Ji Tara Mamedov albumek nû ya bi sê zimanan 2019-09-12 12:09:37   STENBOL - Hunermenda Kurd Tara Mamedova piştî 5 salî şûnde albuma xwe ya duyem pêşkeşî muzikhezan kir. Tarayê diyar kir ku ew ê dahata albuma xwe bexşî Enstutiya Kurdî ya Elmanyayê bike.    Hunermenda Kurd Tara Mamedova piştî 5 salî şûnde albuma xwe ya duyem pêşkeşî muzikhezan kir. Albuma Tarayê ya bi navê 'Performansa Zindî ' ji 7 berheman pêk tê. Tarayê berhemên xwe bi zimanê Kurdî, Rusî û Fransizî bi lêv kiriye.    Dê dahata albuma xwe bexşî Enstutiya Kurdî ya Elmanyayê bike   Tarayê bi lêv kir ku ew ê dahata albuma xwe bexşî Enstutiya Kurdî ya bi navê (Deutsch-Kurdis Ches Kultur institut) ya Elmanyayê bike.    Hunermend Tara Mamedov amadekariyên derketina li ser dikê ya mîhrîcanan dike. Dê Tarayê ji bo danasîna albuma xwe were bajarên Amed, Wan, Êlih, Mêrdîn, Îzmîr, Enqere û Stenbolê.