Li Silopiyê Rojên Sînema û Şanoyê berdewam dike 2019-09-11 08:45:39   ŞIRNEX - Şaredariya Silopiyê ya HDP'ê, Rojên Sînema û Şanoyê ku wê 5 rojan berdewam bike dabû destpêkirin û bernameya ku hat destpêkirin roja sêyem li pey xwe hîşt. Roja sêyem ya bernameyê bi atolyeya zarokan berdewam kir.   Şaredariya Silopiyê ya Şirnexê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bernameya Rojên Sînema û Şanoyê da destpêkirin. Bernameya ku hat destpêkirin roja sêyem li pey xwe hîşt. Bernameya ku dê 5 rojan berdewa bike di roja sêyem de bi atolyeya zarokan a Akademiya Zarokan a Ma Muzîkê li Parqa 15’ê Tebaxê berdewam kir. Hevşaredarên Silopî Adalet Fîdan û Suleyman Şavluk, xebatkarên şaredariyê, rêvebirên HDP û DBP’ê yên navçeyê û gelek zarok, beşdarî atolyeya zarokan bûn.   Bi atolyeya zarokan ku hat lidarxistin zarok kêfxweş bûn û demeke xweş derbas kirin. Bername dê îro di roja çaremîn de bidome.