Rojên Sînema û Şanoyê bi coşek mezin berdewam dikin 2019-09-10 08:54:28   ŞIRNEX - Şaredariya Silopiyê ya HDP'ê, Rojên Sînema û Şanoyê ku wê 5 rojan berdewam bike di roja duyem de bi atolyeya zarokan û fîlma bi navê “Beriya ku Berf Bibare” ve berdewam kir.   Şaredariya Silopiyê ya Şirnexê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bernameya Rojên Sînema û Şanoyê da destpêkirin di roja duyem de berdewam dike. Bernameya ku dê 5 rojan berdewa bike di roja duyem de bi atolyeya zarokan a Akademiya Zarokan a Ma Muzîkê li Parqa Kizir (Cumhuriyet) de berdewam kir. Hevşaredarên Silopî Adalet Fîdan û Suleyman Şavluk, xebatkarên şaredariyê, rêvebirên HDP û DBP’ê yên navçeyê û bi sedan zarok, beşdarî atolyeya zarokan bûn.   Di xebatên atolyeyê de demên xweş hatin jiyîn. Her wiha piştî demek dirêj xebata ku hat kirin ew kêfxweşî di çavên zarokan de hat dîtin. Xebatên atolyeyê ku bi saetan dom kir, ji ber piştî demekî dirêj xebata hat kirin zarokan gelek kêfxweş kir.   Di saetên êvarê de jî fîlma bi navê “Beriya ku Berf Bibare” li Parqa 15’ê tirmehê hat pêşandan. Gelek kes tevlî pêşandana fîlmê bûn. Rojên Sînema û Şanoyê dê îro di roja sêyem de berdewam bike.