Lîstika “Daweta Bixwîn” bi eleqeyeke mezin hat temaşekirin 2019-09-10 08:51:02   WAN - Lîstika “Daweta bixwîn” cara yêkem bi du zimanan hat lîstin û ji aliyê şanohezan ve bi eleqeyeke mezin hat temaşekirin.    Li Wanê cara yêkem ji Rojhilatê Kurdîstanê ji aliyê şanoya Fujan û şanoya Nûpelda ve lîstîka bi du zimanan a bi navê “Daweta Bixwîn”  derket pêşberî şanohezan. Lîstika ku bi  du zimanan bi kurdî û farsî hat lîstin, ya Federico Garcia Lorca ku ji aliyê  derhenerê Rojhilata Kurdîstanê Gholam Reza Yari ve  hatiye amadekirin e. Lîstik li şanoya Dewletê hate lîstin. Ji bo temaşekirina lîstikê parlementera HDP`ê ya Wanê Muazzez Orhan hevşaredarên navçeya Rêya Armûşê amade bûn. Lîstik ji aliyê şanohezan ve bi eleqeyeke mezin hat têmaşekirin.     Piştî lîstikê derhenerê listîkê Gholam Reza Yari axivî Gholam Reza axivî û diyar kir ku ew hebûna xwe deyndarî jinên kurde û wiha got:“ Ez jî ji Rojhilata Kurdîstanê me û li wir hatim dinê û mezin bûme. Ez ji bo eleqe û hezkirina we pir kêfxweşim. Ez dixwazim ku bûyera ku hatiye serê min ji we re vebêjim. Gava ku diya min ducanî bû tu kes xwedî li derneket. Dayika min dikeve kolanan û diqîre ji bo yek ji bo zayinê jê re bibe alîkar. Kes alîkarî nake û du jinên kurd tên alîkariya dayika min dikin û bi saya wan ez têm ser dinê. Ji wê rojê heta roja îro ez bifirim ku ji bo Gelê Kurd çibikim. Min biryar da ku listîkek wisa çêbikim û deynî xwe ji Gelê Kurd re bidim. Ez hêvî dikim ku we lîstik ecibandî be slav û hurmet.”    Piştî axaftina derhêner lîstikvan spasiyên xwe ji şaredariya Rêya Armûşê re pêşkeşkirin.    Bername bi çepikan bi dawî bû.