'Mirin û Keçik' li Wanê hat pêşandan 2019-09-08 09:33:17   WAN - Lîstika Şanoyê ya bi navê "Mirin û Keçik" li Navenda Çandê ya Bêrîvan ji şanohezan re hat pêşandan.    Li Wanê bi piştevaniya Şaredariya Rêya Armûşê ji aliyê Şanoya Mencelê ve lîstika şanoyê ya bi navê "Mirin û Keçik" hat pêşandan. Lîstka ku hat pêşandan li gel parlamentera HDP'ê Muazzez Orhan,  Hevşaredara Rêya Armûşê Ozlem Tucî bi dehan kesî temaşe kir.    Lîstika ku ji aliyê Arîel Dorfman ve hat nivîsandin û ji aliyê Cemîl Oguz ve wergerî kurdî hat kirin li Navenda Çandê ya Bêrîvan hat pêşandan.