Bi kêf û coş Mem û Zîn hat temaşerkirin: Her qad dik e 2019-09-07 09:23:18   AMED - Destana Fîlozofê Kurd Ehmedê Xanî ya Mem û Zîn ku behsa evîna du kesan û welat dike ji aliyê lîstikvanên Şanoya Bajarê Amedê ve 5 sal şûnde wekî lîstika şanoyê hat lîstin.    Lîstikvanên Şanoya Bajarê Amedê destana navdar a Fîlozofê Kurd Ehmedê Xanî ya ku di sala 1692'an de nivîsandiye piştî 5 sal şûnde li Navenda Galeriyayê ya Amedê wekî lîstika şanoyê dîsa lîstin. Hevserokê Bajarê Mezin ê Amedê yê ku dewsa wî qeyûm hat tayinkirin, Selçuk Mizrakli, Parlamentera HDP'ê Remziye Tosun beşdarî şanoyê bûn. Şanohezan eleqeyek mezin nîşanî lîstika Mem û Zîn dan.    Temaşevanan li ser piyan li çepika xistin   Piştî lîstik qediya şûnde temaşevanan li ser piyan li çepika xistin. Metna lîstika Mem û Zîn  ji aliyê Nivîskar Kawa Nemir ve hat nûkirin û derhêneriya lîstikê jî Ruknettin Gun kir. Muzikala ku dans û lîstikvanî di nava hevde bû bi piştgiriya MA Muzik û Navenda Çand û Hunerê ya Laleşê ji aliyê ekîba ji 60 kesî ve hat çêkirin. Di lîstikê de kesayeta Mem ji aliyê solistê Lawjeyê Ali Tekbaş û Zîn jî ji aliyê hunermend Gulseven Medar ve hat zindîkirin.    Dê lîstika Mem û Zîn di 7-8'ê mehê de jî dê bê lîstin.