Jinên Minbicê: Em ê bi keda xwe civakê pêş bixin 2019-09-03 13:29:33   MINBIC - Jinên Minbicê yên ku bi hilbirîna berhemên çandiniyê re mijûl in gotin:"Dema em çandiniyê dikin xweşikbûna jin û nazikbûna wê bi  xwezayê re dibe yek. Keda jinê berhemê çandiniyê bi qîmettir dike."   Dema mirov di nava gundewarên Minbicê de digere  dibîne ku her jinek di nava xebata çandinê de ye. Girêdana jina Minbicê ya bi xwezayê re dîrokî ye. Jinên li Minbicê niha qernebît, firingî, xiyar, îsot û zebeş diçînin. Têkildarî mijarê de jinên kedkar ên Minbicê derbarê xebatê xwe  yê di nava erdan de nêrînên xwe anîn ziman.   'Jinên Minbicê rengê xweşikbûna xwezayê ne'       Jina bi navê Meryem El- Xilêf a ku bi çandiniya zeviyan re mijûl dibe destnîşan kir ku keda jinê gelekî girîng e û wiha got:"Em li Minbicê pir ji karê çandiniyê hez dikin. Dema em çandiniyê dikin xweşikbûna jin û nazikbûna wê bi  xwezayê re dibe yek. Em ji mêj ve bi vê kedê re mijûl dibin. Ji xwe demên çandiyê jî li gorî demsalê tê guhertin. Me di demsala havînê de ne xiyar, firingî, îsot û qernebît çandine. Berî meh û nîvekê me dest bi çandina wan kir. Ji bo ku ev şînkayî çêbibin pir dem naxwaze. Di navbera 40 rojî de temam dibe û tê xwarin. Jinên Minbicê rengê xweşikbûna xwezayê ne."   'Bi keda jinê pêşketin çê dibe'    Jina bi navê Sebah Xilêf ya kedkar  da zanîn ku sebra  wê bê çandinî nayê û bi vê  yekê kêfxweş dibe dema her roj diçe nava zeviyên xwe û wiha pêde çû: "Her roj siharê saet di 06.00'an de ez berê xwe didim nava zeviyên xwe av dikim û derdora wan paqij dikim. Ez kêfxweş dibim dema ez vê kedê didim. Bi keda jinê pêşketin çê dibe."   'Ji bo em mecbûrî kesekî din nebin em kedê didin'   Di berdewamiya mijara çandiniyê de jina bi navê Merwa Mihemd a ku ji Helebê ji ber  dijwariya şer koçî  gundewarên Minbicê bûye û niha dewamiya jiyana xwe bi  dayina kedê bi rê ve dibe û wiha got: "Berî çend salan em  ji Helebê koçî Minbicê bûne. Di destpêka hatina me de, min tu kar nedikir. Dema min dît çawa jinên Minbicê bê rawestandin di nava xebatê de ne, min xwest ez jî bibim parçeyek ji kedayîna jin û me dest bi xebatên çandiniyê kir. Bi vê xebatê ez hindekî ji rewşa koçberiyê dûr ketim û dewamiya jiyanê ji xwe re kir armanc. Çandiniya erdê canê mirovan rehet dike. Ji bo em mecbûrî kesekî din nebin em kedê didin."    'Ked û berhemên jinê pîroz in'     Jina bi navê Hemdiya Salih wiha got:"Em ber bi demsala zivistanê ve diçin, karê me pir heye. Berhemên ku zêde ji me dimînin em li bazarê ji xwe re difroşin. Bi vê kedê em fêdeyê li mala xwe  dikin û li civaka xwe jî dikin. Ked û berhemên jinê pîroz in. Em ê li keda xwe ya pîroz her dem xwedî derkevin."