Rojên Fîlman di roja duyem de berdewam dike 2019-08-19 09:08:47   MÊRDÎN - Li Dêrikê di pêşengiya Şaredariya navçeyê de "Rojên Fîlman" di roja duyem de berdewam dike.   Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê "Rojên Fîlman" ku wê 3 rojan berdewam bike hat destpêkiirn. Şahiya ku ji aliyê Şaredariya Dêrikê, Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sînemaya Mezopotamiyayê ve hat destpêkirin di roja duyem de berdewam dike. Şahiya ku di roja duyem de berdewam dike li du cihên Taxa Cevîzpinar fîlmê bi navê  "Strana Dayika min" hat nîşandan. Hevserokên Şaredariya Dêrîkê Mulkiye Esmez û Mehmet Şerîf Kiran, rêveberên HDP û DBP'ê û gelek kes tevli bernameyê bûn.    Pêşandana fîlmê ji aliyê jinan ve rastî eleqeyek mezin hat.   Rojên Fîlman sibê dê bi du fîlmên cuda ku li taxên Çataltepe û Botakli bên nîşandan tê bidawîkirin.