Li Cizîrê lîstîka ‘Xwazgînî’ hat pêşandan 2019-08-14 10:31:41   ŞIRNEX - Di çarçoveya kampanyaya Meclîsa Ciwanan û Meclîsa Jinên Ciwan ên HDP’ê, li Cizîrê lîstika “Xwazgînî” ya bi kurdî hat pêşandan, şanoya bi kurdî rastî eleqeyeke mezin hat.    Meclîsa Ciwanan û Meclîsa Jinên Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Cizîr a Şirnexê, di çarçoveya kampanyeya “Nebe rajêr, azad bibe” de li Cizîrê şanoya “Xwazgînî” ya bi kurdî pêşkêşî Cizîriyan kirin û lîstîk rastî eleqeyeke mezin a gel hat. Şano li Mala Dengbêjan a Botanê ya girêdayî Şaredariya Cizîrê hat pêşandan. Rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeyan, Parlementera HDP’ê Nûran Îmîr û Huseyîn Kaçmaz, Hevşaredarên Sîlopî û Cizîrê û gelek welatî beşdarî pêşandana lîstikê bûn. Meclîsa Ciwanan pankartên “Ji Cudî heta Heskîfê Ciwan Xwezayê Diparêzin”, “Jinên Ciwan Li Diji Faşîzma baviksalar Serî Hildidin”, “Ji bilî me wê tu kes qezenc neke” û “Me bi ciwantî dest pê kir û em ê bi ciwantî bi ser kevin” bi salona şanoyê vekirin.   Ciwanê û Welatiyên Cizîrê bi kêyfxweşî lîstika “Xwazgînî” ya ji aliyê Koma Şanoyê ya Amedê ve hat pêşandan temaşe kirin. Welatiyan piştî pêşandana lîstîkê, li ser piyan li çepikan xistin.     Piştî pêşandana şanoyê, tîmên di turnûvaya futbolê ya ji aliyê Meclîsên Ciwanan ve hatibûn amadekirin ku bi ser ketin, xelatên wan hatin dayîn û dûre şahî bi dawî bû.