Gundê Kelehê yê li Çiyayê Bagokê li bende restorekirinê ye 2019-08-11 09:05:15 Medine Mamedoğlu MÊRDÎN - Gundê Kelehê yê li lûtkeyên Çiyayê Bagokê ye û li ser zinaran hatiye avakirin her kesî heyran dihêle û niha tê payîn ku bi bingeha dîrokê bê lêkolînkirin û restorekirin.   Gundê Kelehê yê li navçeya Nisêbînê ye bi xweza û bilindiya xwe her kesî heyran dihêle. Gund li lûtkeyên çiyayê Bagokê hatiye avakirin û tê texmînkirin ku dîroka gund xwe dispêre berya zayînê 7 hezar salî. Ji ber bilindbûna gund jiyana gund gelek zehmet e lê tevî vê gundiyan axa xwe terk nekirin û eleqeya turîstan a ji bo vî gundî jî gelek kêm e.   Her çiqas berê hatibe ziyaretkirin jî bi salan nehatiye restorekirin û li ser xebatên arkeolojîk nehatiye meşandin û gund li ser zinar hatiye avakirin. Gundê bi dîrok û xaniyên xwe yên ji kevir heta roja îro hatiye, mirovan heyran dihêle.   Bermahiyên ji dema Romayê heye   Heta cihekî riya gund heye. Ji bo çûyîna malê jî riyeke ku wesayît an jî sewal biçin tune ye. Gundî ji cihekî şûnde bi pêlekên ji keviran hatine çêkirin diçin malên xwe. Li gorî texmînan ji bilî xwecihbûna Kurd û Suryaniyan, berhemên dîrokî yên ji dema Kalkolîtîk an jî neolotîk (dema sifir) mane. Li gorî hinek lêkolînan gorên zinar jî di dema Romayê de wek xwecihbûn hatiye bikaranîn.   ‘Dîroka gund xwe dispêre dema kevn’   Li gund fîlmê Mem û Zîn jî lê hatiye kişandin. Sabriye Aslan a bi salan e li gund rûdinê wiha got: “Min xwe dîtiye nedîtiye ev gund wisa ye. Bi salane riya me tune ye ku em biçin malên xwe. Em alavên xwe heta dawiya rê datînin piştre em didin ser pişta xwe û dibin malê. Turîst û mirovên tê vir pir ji vir hez dikin. Kal û pîran çîroka vir vedigotin. Dîrokek wê ya pir dirêj heye. Hemû xanî ji kevir hatine çêkirin. Di salên 90’î de wek gundên din me gundê xwe nehişt.”   Sabriyeyê daxuyakirin ku gund tevî her tiştî li ser piyan maye û wiha dawî lê anî: “Ji ber gund bilind e av sibeh û êvarê tê. Zivistanê pir zehmet e. Lê em dîsa jî ji gundê xwe hez dikin. Li vir dîrok heye. Divê ne tenê em her kes xwedî li gund derkeve.”