Li Qoserê zarokên ku xêzefîlm bi krudî temaşe kirin kêfxweş bûn 2019-08-08 11:11:52   MÊRDÎN - Di çarçoveya Rojên Fîlman a li Qserê ku ji aliyê Şaredariyê ve hat organîzekirin de "Pînokyo" û "Anemîn Şarkisi"(Strana Dayika Min) hatin pêşandan. Xêzefîlmê bi dublaja kurdî "Pînokyo" ji aliyê zarokan ve eleqeyek mezin dît.    Li Qoserê Rojên Fîlman ku ji aliyê Muduriyeta Çand û Karên Civakî ya Şareariyê ve hat organîekirin di  roja duemîn de berdewam kir. Di roja duemîn a bernameyê de li taxa Tepebaşî, Ersoylu û Ataturkê fîlm hatin pêşandan. Fîlmê bi navê "Annemîn Şarkisi" (Strana Dayika min) û xêzefîlmê bi navê "Pînokyo" ku bi dublaja bi kurdî hatin pêşandan bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin. Herwiah beriya ku fîlm bê pêşandan ji aliyê Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz û Endamên Meclisa Şaredariyê ve ji bo zarokan garisê pijandî û vexwarin hat îkramkirin. Zarokên ku xêzefîlmê "Pînokyo" bi dublaja kurdî temaşe kirin kêfxweşiya wan ji rûyê wan xuya dikir.