Jinên kurd êş, xem, raman û kêfxweşiya xwe nexş dikin 2019-08-08 09:12:17   WAN - Jinên kurd ku ji ber û heta niha bi nexşên ku kirine  êş,xem û kêfxweşiya xwe nexş kirine herî zêde ev hûnera xwe li ser berikên ku çêkirine dane nîşandan. Jinên ku li atolyeya berikan dixebitin çîrokên nexşên xwe yên li ser berikan vegotin û anîn ziman ku ew bi nexşên li ser berikan giyan,jiyan û xwezayê zindî dikin.    Ji dîroka Kurdîstanê heta roja me ya îro jinan bi nexşên ku kirine jiyan, xweza gerdûn û her her perçeyekî jiyanê bi wate kirîne û ev çanda xwe hata roja îro anîne.  Jinên ku berikên nexşandî çêdikin, diyar kirin ku îro çanda çêkirina berikan  ji aliyekî ve ji bo wan  bûye qada îstîhdamê. Jinan diyar kir ku ew li aliyekî jî rîsê pê berikan çêdikin bi rengê xwezayî reng dikin û van rengên ku didin rîsê xwe hemû ji xwezayê; ji giya,belgê dar û fêkiyan hildiberîn û ev boyaxa xwezayî hemû bi destê jinan tê hilberandin.     Jinan anîn ziman ku ew di serî de rîsê xwe amade dikin û ev jî ji hiriyê tê hilberandin. Jinên hilberîner wiha bahsa vê pêvajoya kedê kirin: "Di serî de ev hirî tê şûton û bi rêya rêsandinê em em rîsê xwe amade dikin. Rêsê ku em amade dikin  piştre jî bi kokên giha û kulîlkên ku em di sîtilan de dikelînin reng dikin. Piştî ku rengê tê xwestin derdikeve holê em rîsê xwe zûha dikin. Pişt re jî bi hunandina jinan a kab bi kab dibe berik. Ji berê û heta niha jinên kurd bi çêkirina berikan çanda kurdewarî heta roja me ya îro anîne. Di çanda berikan de tişta herî balkêş ji ew e ku jin nexşên  herî bi wate li ser berikan xîz dikin. Ji wêneyên ajalan bigirin heta bi her perçeyeke xwezayê jin li ser berikan nexş dikin. Li Atolyeya hûnera destan û berikan a ku girêdayî şaredariya bajarê mezin a Wanê ye 40 jin tê de dixebitin û bi berhemên cûr bi cûr çanda kurdewar mayînde dikin.    ‘Demên berê mêran  bi perçekirina berikên em ceza dikirin'   Ji jinan Hayriye Ahî anî ziman ku li ser berikan nexşên ku  tên çêkirin xwedî wate ne û got ku ji bo parastina çanda berikan divê jin  di nav hewledanan de bin û wiha axivî;” Jinên kurd ji  berê de afiriner bûne û di tunebûnê de her tim alternatîf û afirineriya xwe nîşanî civakê dane. Demên  berê  em jin li qada gund kom dibûn û menexşên herî xweşik li ser berikên xwe çêdikirin. Li gundan her karek jinan dikir û barê herî giran li ser milê jinan bû. Lê me hem berik çêdikirin û hem jî diçûn zomê. Mêr ji çêkiirna me ya berikan gelek aciz bûn. Gava ku em ji bêrîvaniyê re dereng diman dihatin bi kêrê ew berikên ku me çêdikirin li erdê kaş dikirin û li ber çavên me perçe perçe dikirin. Em jin bi binpêkirina keda me ceza dikirin. Lê me dîsa jî dev ji çêkiirna berikan berneda û em heta îro ji çêdikîn. Ez niha berika bi navê Gulçîn çê dikim. Ev nexş ji berê de heta niha ji aliyê jinan ve tê çêkirin. Gulçîn tê wateya berhevkirina gulan. Jinan ji vê berhemê sûd girtiye û heta roja me ya îro anîne. Divê em  xwedî li vê kevneşopiyê derbikevîn. Xwedî derketina vê çandê bi hewlêdana jinan pêkan e.”   ‘Êşên xwe, kêfxweşiyên xwe û xemên xwe li ser berikan nexş kirîne’   Bahar Çîçek (50) a ku ji zarokatiya xwe heta niha berikan çêdike bi lêv kir ku berê çêkirina berikan zehmetir bû lê xweştir bû û got ku divê nifşê nû xwe hînî vê çandê bike û wiha got:” Ez ji zarokatiya xwe heta niha berikan çêdikim. Me di wan salan de di nav şert û mercên herî giran de berik çêdikirin. Li gundan zehmetî pir hebû lê herkes dilsoz bû û kêfxweşî hebû.  Li gundan. Ez heta niha jî wê kevneşopiyê didomînim. Hem pez xwedî dikim, hem ji berikan çêdikim. Ji bo ku ev kevneşopiya dayikên me wenda nebe ez çêdikim. Nifşê nû eleqeyê nade çanda dîrokî û zêde xemsarin.Jinan êşên xwe, kêfxweşiyên xwe û xemên xwe li ser berikan nexş kirîne. Jinan li ser berikan giyan dane xwezayê û jiyanê.  Ez niha berika Lûleper çê dikim. Lûleper çivîkeke. Ev nexş xweşikbûna xwezayê tîne ber çavên mirov. Çêkirina vê nexşê pir zehmet e û herkes nikare çê bike. Çêkirina wê mehek digire. Lê ez di 20 rojan de xelas dikim. Parastina çandê serfirazî ye divê em vê çandê biparêzîn.”    ‘Çêkirina berikan hilbirîn û ji nû ve avakirin e’   Leyla Oran ji da zanîn ku jiyana gundan pir bi wate bû û got ku li gundan  rêzkarî  hebû û wiha dom kir;” Li gundan em her serê sibehê zû radibûn û diçûn bêriyê. Pişt re em êvaran dihatîn malê me bi wê westanê  berik çêdikirin. Jinên gundan pir hêja bûn. Her kar û her xebat dikirin. Piştî ku em ji gundan derketin me zehmetiyên mezin kişandin lê me dîsa ji dev ji çanda xwe berneda. Berê jinên ku berik çêdikirin navê jinên ku di çêkirina berikan de herî zêde zîrek bûn li berikên xwe dikirin.  Yek ji van ji van berikan Gulsarya ye. Ez niha Gulsarya çê dikim. Gulsarya di çêkirina berikand de jinek pir hêja bûye û ji ber wê ji aliyê jinan ve navê wê li vê nexşê hatiye kirin. Divê her jinek bibe Gulsarya. Çanda çêkirina berikan hilbirîn û ji nû ve avakirin e.  Divê jin li her derê xwedî li vê çandê derkevin.”    ‘Ez fikr û ramanên xwe li ser berikê nexş dikim û  zindî dihêlim’   Sidika Yobas (65) ya ku berika Gulhezar çêdike diyar kir ku ew ji çêkirina berikan  pir hez dike û wiha pê de çû;” Çêkirina berikan hem kedê dixwaze, hem ji hûnerê dixwaze. Divê  destpêkê tu berikan nas bikî û ji çêkirina wan hez bikî,  Piştre dest pê bikî. Em li vir 40 jin în em hemû bi hezkirineke mezin berikan çêdikîn. Em hezkirina xwe bi xweşik çêkirina berikê nîşan didîn. Ev çêkirin divê ji dil be. Fikr û ramanên xwe li ser berikê nexş dikim û  zindî dihêlim. Ez niha nexşa Gulhezar çêdikim. Ev ji navê jinekê ye. Di nav vê nexşê  de her ajalek û her cûreyek gulan heye ji ber wê ji vê nexşê re gotine gulhezar. Çêkirina berikan hilberîna hunerê ye.”    ‘Berik wekî berê eleqe nabînîn’   Mamosteya çêkirina berikan Fatma Bellî qala atolyeyê kir û got ku armanca wan hem zindîkirina çanda jinan e û hem jî ji bo jinan avakirina qadên îstîhdamê ye û wiha got:” Ez ji 15 saliya xwe heta niha di atolyeya berikan de dixebitim. Em li vê atolyeyê 40 jin în. Ji dîrokê heta niha ev çand ji aliyê jinan ve hatiye parastin û heta roja me ya îro hatiye. Jinan bi çêkirina berikan hem debara xwe kirîne û hem jî ev çand dane jiyane jiyîn. Heta niha jî li her malekê dezgehên jinan yên berikan hene û berikan di mal de çêdikin. Armanca me ew e ku em destûrê nedin ev çanda jinan wenda bibe. Niha em li vir bi nexşên cûr bi cûr vê kevneşopiyê didîn berdewamkirin. Em bi taybetî berikên ku aîdê herêma Colemêrg û Wanê ne çêdikîn. Em nexşên wan neguherînîn tenê em rengên wan diguherînîn. Ji boyaxa wan û heta çêkirina wan her tiştekî wan xwezayî ye. Di atolyeyê de herî zêde nexşên Gulhezar,lûleper, gulgever, gulhenîfe û gulsarya tên çêkirin. Jin pir zêde dixebitin lê mixabin berik wekî berê eleqeyê nabînîn. Em dixwazîn gelê me xwedî li vê çandê derbikeve. Ji ber ku ev çandeke pîroz e ger ku heta îro hatibe ev hêza wê nîşanî me dide. Ez bang bi taybetî  li jinên û ciwan dikim û dibêjim werin em bi hev re li çanda xwe xwedî derkevin.”