Çîrokên çend jinên di dengbêjiyê de bûne mijara kilaman 2019-08-04 10:17:16     Zeynep Durgut WAN - Li  Kurdîstanê ji berê û hata roja me ya îro gelek jinên kurd bi  evîn,zilm,kuştin û bêbextiyên ku bi serê wan de hatine  ji klamên dengbêjan re bûne mijar. Dengbêj Meryem çîrokên jinên ku bûne mijara kilaman vedibêje.    Ji dîrokê heta niha li Kurdîstanê êş, evîn, zilm û komkujî, berxwedan bi dengbêjiyê hatiye ziman û heta roja me ya îro hatiye. Di Dengbêjiyê de  herî zêde êş û zehmetiyên ku jinan ji civaka baviksalar  kişandine û têkoşîna wan a li hember ê pergalê  hatine vegotin. Di klamên dengbêjan de jinan giyan daye van klaman û êşa ku li ser vê axê hatiye kişandin û têkoşîna jinan a li heber bi saya dengbêjiyê zindî maye  û nehatine jibîrkirin. Tişta herî balkêş jî ew e ku dengbêjên kurd li ser  jinên ji  her olî û baweriyê klam gotine. Dengbêj Meryem Tuncer ew jinên ku bûne mijara klaman çîrokênên wan ji me re vegotin.    Dengbêj Meryem diyar kir ku heta niha jinan berxwedanek bêhempa dane û got ku ev jin tev bûne mijara klaman û wiha pê de çû;” Dîroka dengbêjiyê bi  klam û çîrokên jinan ve hatiye afirandin.  Di bingeha hûnera kurd û dengbêjiyê de jin hene. Lê mixabin ev hûner ji destê jinan hatiye standin. Mêran şer kiriye jinan li ser stran gotine û jinan li ser gotinên,ciwan ên ku vîna xwe vegotin jî stran gotine, zilma  pêk hatiye jinan vegotiye û heta roja me ya îro anîne. Li Kurdîstanê bi hezaran jinên leheng, berxweder û hêja jî bûne mijara van kilanên dengbêjan. Em bi van klaman van jinan didîn jiyîn û têkoşîna wan zindî dihêlin.”    Klama Nurê   Dengbêj  Meryem anî ziman ku dengbêjên kurd li ku derê êş û neheqî dîtibin li ser wan klam gotine.  Meryemê çîroka klama Nurê wiha vegot:” Bûyera Salih û Nûrê li bajarê Amedê pêk hatiye. Salih û Nurê pismam û dotmamên hev bûn. Ji hevdû pir hez dikirin û zewicî bûn.  Salih ciwanekî pir hêja û bi hêz bû. Di wan salan de dewlet bi ser gundê Salih  û Nurê de digire û zilmê li wan dike. Salih ê ku vê zilmê qebûl nake  rojekê ji  ji Nurê re dibêje 'em çi bikin?' Nurê bersivê dide û dibêje ' ew mirovê ku zilmê ûkuştinê qebûl bike îmana wî tune ye' Salih radibe û diçe 9 peywirdarên dewletê dikuje. Piştre Salih tê cem nûrê û bi ser malê de tê girtin. Salih tê girtin û dibin Zindana Amedê.    Nurê ji bo Salih rizgar bike dikeve nav hewledanan. Nurê  lideşt, gundan û bajaran digere. Ji ber ku Salih ji neheq hatiye girtin û li dijî zilmê derketibû. Nurê diçe zêr û zivîngên xwe difiroşe û çar ciwanan digire û dibêje hûne Salih ji girtîgehê rizgar bikin. Li gel wan ciwanan  Nurê jî ji bo ku Salih rizgar bike bi wan ciwanan re diçe.  Dewlet Nurê digire û ji Nurê re dibêjin, 'Tu ji kuştina dozger û dadgeran têyî darizandin'.  Nurê dibêje 'Ez poşman ninim û li Salih neheqî hatiye kirin û dîsa  ez ê heman tiştî bikim.' Li gel vê helwesta Nurê dewlet matmayî dimîne û li gel Nurê Salih berdidin. Piştre li gund fesadî belav dibe û li Nurê bêbextî tê kirin û dibêjin 'Çawa Salih hatiye berdan?' hîn kes dibêjin 'dozgeran û dadgeran ji  Nurê hez kirine' û her kes bêbexitiyekê li Nûrê dik . Lê Salih jî ji Nurê re dibêje 'Nurê ez dizanim ev gotin derewin, lê devê kesan ne tûrike ku ez bigirim lê di nav me kurdan de dema bêbexti hate kirin pêwîste ew jin bê berdan.” Salih radibe ji ber  bêbextiyan Nurê berdide. Nurê jî vê serpêhatiya xwe dike kilam û dibêje. Niha jî her dengbêjek vê kolamê bi awayekî din dibêje.”    Klama Geliyê Qewalê   Dengbêj Meryem qala Klama Geliyê Qewalê kir û got ku ev klama ji destpêka dengbêjiyê heta niha heye û wiha vegot:” Li herêma Colemêrgê ev bûyer derbas bûye. Li herêma Qewaliyê keçik bi navê Nalîn a  14 salî bi kesekî 80 salî re dizewicînin. Ev kilam jî  ji bi taybetî li ser bukan tê gotin. Navê bûke ne bûke naşîne. Nalîn hezkirine û tê wateya bûkê. Ew nalîna ku li ser bûka tê gotin bingeha wê ji wê derê derketiye. Hevalek Nalînê hebû pê dihese ku wê Nalînê bi kesê 80'ê salî re bizewicînin û dibêje, "Geliyê qewalê teng e şeşxane denge qutkê Nalê heftreng e, hawara Narê direnge. Geliyê qewalê kûr e şaşxane lûre lûr e qutkê Nalê mexmur e hawara Nalê dûr e. Diçin deriyê zava zava tifekê ser serê bûkê diavêje Narê lê dinêre mêrik kal e.' Dîsa hevala wê li pey wê dibêje, 'Geliyê qewalê dar û bîne dengê şaşxan tîne,qutkê Narê hêj şîn e ax ez çi bikim hawara Nalê nîne.' Ev Narîna me ji wê derê hatiye. Dayîk hîna gava ku keçen xwe dizewîcînin vê klamê dibêjin û digirin.”   Klama Embera Suryan   Dengbêj Meryem anî ziman ku dengbêjên jin li ser  jinên ji  her olî û baweriyê klam vegotine û got ku yek ji van jî klama Emberê ye û wiha qala çîroka klama Emberê  kir;” Çîroka klama Emberê li Wanê pêk hatiye. Di wan salan de ji her bawariyê mirovan bi hevre jiyan dikir. Ember jineke suryan bû. Xalit beg evîdarî Embera Sûryanî dibe. Xalit beg dibêje, 'ez ê Emberê ji xwe re bixwazim'. Malbata Xalit beg dibêje, 'Ember jineke suryan e nabe'. Malbata Emberê jî dibêje 'em keça xwe nadin misilmanan'. Dayîka Xalit beg dibêje 'Şertek me heye ger hat dibe baweriya xwe biguherîne û bibe misilman.' Ember jî dibêje, 'Ez ji Xalit hez dikim, lê ez  teqez baweriya xwe naguherînim.'Ember kincên xwe li xwe dike û bi Xalit beg re direve. Malbata Emberê jî hêrs dbie û bi tu awayî deriye xwe ji Emberê re venake û dibêjin 'Ember bê em ê bikujîn'. Li zozanên çalyanê 7 salên wê tijî dibin û Ember ji xasiya xwe re dibêje 'Karwan diçin karwanê ez ê bi wan re biçim Wanê serî li malbata xwe bidim' Xasiya wê dibêje” Keça min tu biçî dê te bikujin'. Dike nake Emberê ji riya wê na zivirîne. Ember dibêje,' Ez tenê herim malbata min min nakuje'  û Radibe dikeve pêşiya karwanan û dest bi rêwîngiyê dike.    Ember digihîje riya çalyanê û dibe berf û bagêr, Ember li wir difetise û li wir jiyana xwe ji dest dide. Çend roj di ser re derbas dibin Xalit beg diçe nêçîrê û lê dinêre teyr û tawalên Zozanê Çalyanê li hev civiyane. Piştre cenazeyê Emberê di nav du keliyan de dibîne û li wir dike hawar û dibêje, 'Heyla li min dewr û dinya Embera Suryan miriye deng jê nayê'. Ji wê rojê heta niha ev stran li ser Embera suryan tê gotin.Ev klam jî hem di dewatan de  hem jî di dengbêjiyê de tê gotin. Niha jî gorA Emberê li Çalyanê li cihê xwe ye.”    Klama Guloya fala   Dengbêj Meryem bi lêv kir ku di dîrokê de li dijî axayan jinan berxwedaneke bêhempa dane û got ku yek ji van ji Guloya Falaye û wiha vegot:” Gulo jineke fala bû  û pir hêja bû. Axayê gund Mistefa beg li ser Gulo zilm dike û jê re dibêje, ' Sê jinên min hene ez ê te bikim ya çaran'. Gulo ji dibêje, 'Di dinyayê de ez ne olê xwe diguherînim ne ji ez bi te re dizewicim” Gulo ji bêriyê tê axa tê pêşiya Gulo, di dest de kêlbetan û ji Gulo ra dibêje, 'Ez ê diranên te jê bikim û serê te ji guzanê birim'. Gulo jî jê re dibêje, 'Tu serê min jî jê bikî ez tu caran nayêm ser olê we misilmanan ez jineke fala me tu çima li min zilmê dikî?' Axa dest ji zilma xwe berneda û Gulo jî li dijî misilmaniyê heta dawiyê li ber xwe dide. Ev stran jî bi taybetî ji aliyê jinên dengbêj ve tê gotin.”