Li Mêrdînê çanda ‘deqan’ didome 2019-08-03 09:08:57   Medîne Mamedoglu   MÊRDÎN - Deqên ku bi derzî û şîrê dayikê ji aliyê jinan ve tê çêkirin bi hezar sal in wek çandekê dijî. Li Mêrdînê li gelek deveran jinên ku deqan çêdikin hene.   Li gelek cihên cîhanê deq di çanda gelan de cih digirin û bi Kurdan re jî heye. Di olên wekê Şamanîzm, Paganîzm, Budîzm û Zerduştiyê de fîgurên wekê roj, hîv, stêrt, çûk û her wekê din, di ol de pîroz tê dîtin û wek metnên pîroz di bedena mirovan de tên nexweşkirin. Bi pêşketina teknolojiyê re li hinek herêman winda bibe jî hîna li gelek deran tevî ku canê mirovan gelek diêşîne jî hîna tên kirin.   Hinek li lêv, çenge, nav birûyan, eniyê, sîngê, çiman, poz, ling û tiliyan çêdikin. Jinên îro her çiqas wateya van fîguran nizanibin jî li gorî lêkolînên hatine kirin, hinek ji bo xwe ji nezerê biparêzin dikin û hine jî wek nîşaneya hêzê û mohra eşîrê çêdikin.   ‘Bi şîrê dayikê û dumanê tê çêkirin’   Li herêmê jinên li dora kontarên Qerejdagê û deşta wê dijîn, ji bo xweşikbûnê hîna vê kevneşopiya deqan didomînin. Adule Aburşu ya 60 salî ji biçûkatiya xwe de deq li bedena xwe çêkiriye û çêkirina wan wiha vegot: “Em li gorî daxwaz keçên ciwan li beşeke bedena wan ya dixwazin teşe çêdikin û bi giştî fûgurên stêrk, hîv, çûkan pêk tên. Di asta duyem de jî jinên hoste yên pîr, dumana lambeyê û şîrê dayika ku zaroka keç dimişîne tevlî dike û bi alîkariyeke derziyê li ser vê fîgurê dide. Sedema şîrê dayika ku zaroka keç dimijîne ev e ku deq heta mirinê dimîne.”   ‘Divê neyê jibîrkirin’   Aduleyê da zanîn ku çend di navberê de sal derbas dibin jî tu tişt bi deqan nayê û gelek xweş xuya dikin û wiha pê de çû: “Me ji bo xweşikbûnê dikir. Canê me diêşiya lê me dîsa jî dikir. Li gorî berê kêm kes dikin. Lê jinên dikin hene. Em ji ber pîrbûnê êdî kêm dikin. Lê li alî herêma Qerejdagê hîna jin dikin. Divê ev keneşopî bê berdewam kirin. Divê neyê jibîrkirin.”   ‘Ji bo xweşikbûnê me dikir’   Cemîle Şanci ya li Dêrikê dijî û li ruyê wê deq hene jî wiha got: “Ez nizanim çend saliya xwe de min çêkiriye. Me ji bo xweşikbûnê dikir. Kevneşopî her çû kêm bû. Kêm kes dikin. Me di mehên biharê de dikir. Dema derzî dikirin divê xwîn jê bihata. Du sê rojan wisa dima. Piştre kaşil digirt û binê wê şîn dibû. Gelek xweşa me diçû.”