Zarok eleqeyeke mezin nîşanî muzîka kurdî didin 2019-08-02 09:06:08   Zeynep Durgut   WAN - Zarokên  li Navenda Çand û Hunerê ya  Dengê Meyman ku bi enstûrmanên cuda cuda perwerdehiyê dibînin, diyar kirin ku ew dixwazin bi mûzîka kurdî çanda xwe bidin jiyîn.    Li Navenda Çand û Hunerê ya Dengê Meyman ku li Wanê xebatên muzîkê rêve dibe, bi  her cure enstromanên muzikê perwerde hatiye destpêkirin. Li dijî hûnera kurd,ji her temenekî eleqeyeke mezin ji muzîka kurdî re tê nîşandan. Herî zêde jî zarok eleqeyê didin muzîkê. Zarokên ku enstûrmanên cûda  cûda yên wekî erbane, saz, bilûr û kemanê  bi kar tînin diyar kirin ku ew dixwazîn bi perwerdehiyê  mûzîka kurdî ku parçeyek ji çanda kurd e pêşve bibin û bang kirin ku herkes tevlî  kursên muzîkê bebe.    ‘Dengê ku ji bîlûrê derdikeve min dibe cîhaneke din’   Ji zarokan Baran Melet, (11) yê ku li bîlûrê dide anî ziman ku ew bi bîlûrê aram dibe û wiha axivî;” Ev saleke perwerdehiya bîlûrê dibînim. Lêdana bîlûrê aramiyeke pir cuda dide min. Bîlûrê her tim bala min kişandiye. Dengê ku ji bîlûrê derdikeve min dibe cîhaneke din. Ji ber wê ji min bi taybetî xwest ku ez hînî bîlûrê bibim. Ez her serê sibehê bi hevalên xwe rê têm vir û dixwazim zû baş hînî bilûrê bibim. Ji bo ku mirov hînî bîlûrê bibe divê mirov destpêkê dengê wê nas bike. Di mehekê de min 10 perçe ji ber kirin û ez dixwazim zêdetir mûzîkan ji ber bikim û lêdim. Ez ji niha dixwazim hem bîlûrê nas bikim û hem jî dixwazim di pêşerojê de bibim bîlûrvanekî bi nav û deng”   ‘Ez bi lêdana def bi kelecan û şad dibim’   Alî Haydar Surucu (11) yê ku li defê dide jî diyar kir ku ew ji mûzîka kurdî pir hez dike û got ku divê her zarokek bi zimanê xwe hînî çanda xwe bibe û wiha got:”Ez 2 sal in li defê didim. Kêfa min pir zêde ji lêdana wê re tê. Ez bi lêdana defê bi kelecan û şad dibim. Def di mûzîka kurdî de pir bi wate ye.  Ji ber wê jî min xwest ez bi lêdana defê hînî muzîka kurdî bibim. Ez armanc dikim ku di pêşerojê de bibim hûnermendekî kurd.”    ‘Ez dixwazim di klamên xwe de hûnera kurd bidim jiyîn’   Ezelnur Babur(14) a ku stranan dibêje anî ziman ku ew ji dixwaze di mûzîka kurdî de bibe şopdara jinên wekî Eyşe Şan û wiha dom kir;” Ez pir dixwazim bi zimanê dayîkê stranan bibêjim. Ji bo wê jî ez niha li vir im û çiqas ji destê min were ez bi zimanê dayikê  stranan dibêjim. Ez dixwazim di klamên xwe de hûnera kurd bîjim û bibîm  şopdara jinên wekî Eyşe Şanan û Meryem xanan.”    ‘Divê em rojekê tenê jî beyî mûzîka xwe derbas nekin’   Bawer Ozdemîr (13) ku li tembûrê dide jî bang li zarok û ciwanên kurd kir ku tevlî xebatên mûzîka kurd bibin û wiha pê de çû;” Ez naxwazim rojeke min beyî lêdana tebûrê derbas bibe. Çiqas ji destê min were ez dixwazim zû hînî hûnera kurd bibim. Divê em rojekê tenê jî beyî mûzîka xwe derbas nekin. Ji ber ku mûzîk aramî ye û xweşî ye. Ez bang li her ciwanekî/ê û zarokekî'ê dikim ku werin em bi hev re bi zimanê dayîkê hînî hûnera xwe bibîn.”    ‘Armanca me danasîma muzîka kurdî bi zarokan e'   Solîsta Koma Dengê Meyman a defê Rojîn Buldan jî bal kişand ser mûzîka kurdî û got ku ew dixwazin her ciwan û her zarokekî kurd bi mûzîka kurdî perwerde bikin û wiha berdewam kir;” Navenda Dengê Meyman xîtabî her temenekî dike. Mûzîk xweser e û em ji dixwazîn her zarokekî/ê bi zimanê dayikê hînî mûzîkê bikîn. Li saziya me perwerdehiya her cûreyeke enstûrmanan tê dayîn. Armanca me ew e ku em zarokan bi mûzîkê bidîn nasîn. Em dixwazin zarok bi çanda xwe û bi hûnera xwe mezin bibin û em bi taybetî jî  dixwazin zarok li gel mûzîkê mezin bibin. Niha herî zêde li dijî enstûrmanên kurdî eleqe heye. Divê herkes mûzîkê di dilê xwe de mezin bike. Ez naxwazim jiyaneke bê mûzîk bifikirim.”