Ji dengbêjin jin destana Mem û Zînê 2019-07-29 09:10:45   EDENE - Ehmedê Xanî di berhema xwe ya bi navê Mem û Zîn de ligel evîna Mem û Zînê, hezkirin û yekbûna axa kurdan jî vegotiye û ev di stranên dengbêjin de jî tê dîtin.   Destana Kurd a nemir Mem û Zîn, li ser zimanê dengbêjin jin, şahidiya paşrojê dike û hewl dide hezkirin ax û welat jî bide hîskirin. Ligel evîna Mem û Zînê ya Ehmedê Xanî, hezkirin û yekbûna axa kurdan jî di berhemê de tê vegotin û ev di stranên dengbêjin de jî tê dîtin. Li navçeya Seyhan a Edenê li taxa Şakîrpaşa jinên dengbêj bi cil û bergên xwe yên gelerî balê dikşînin û stranên Mem û Zîn jî hunerê bi dîrokê re, dîrokê jî bi pêşerojê re tînin gel hev.   ‘Di serî de dengbêj bi zextan re rûbirû man’   Dengbêj Suphiyeyê Bayaf da zanîn ku dengbêjî ji êş û lehengiya dîrokî ya Kurd xwedî dibe û wiha got: “Ji ber vê jî dengbê jî dîrokê ji roja me ya îro re radigihîne. Li erdnîgariya kurd di seranserê dîrokê de zext û komkujî tên jiyîn. Zextên mijara gotinê ewil dengbêjiyê hedef digirin û hewl hat dayîn ku bên tunekirin.”   ‘Cizîr ji nû ve bû mijara destanan’   Suphiye Bayaf destnîşan kir ku dîroka kurdan bi destanan tije ye û divê xwedî li destanan bê derketin û mîrateya dîrokî ya divê biçe pêşerojê ye. Suphiyeyê ev tişt anî ziman: “Li erdnîgariya kurd destanên nû tên jiyîn. Li Cizîra ku Destana Mem û Zîn jê derket, di dema nû de jî  êş û destana nû lê hat jiyîn. Di demeke nêz de êş û destan lê hat jiyîn. Mehmet Tunç yê li dijî zextên dewletê ber xwe da û jiyana xwe ji dest da yek ji van lehengên ku destan pêk anî ye.”   ‘Hewcedarî bi nifşê nû heye’   Hakîme Bayaf jî bal kişand ser girîngiya dengbêjiyê û wiha got: “Hewcedarî bi nifşên nû yên ku stranên erdnîgariya kurd tînin ziman heye. Dengbêjî xwe dispêre kevneşopiya gotinî. Ji ber vê jî kesên dest bi dengbêjiyê dikin, divê ewil ji dîrokê hez bikin û fêr bibin.”