Der barê anarşîzmê de her tişt: Kovara Karala 2019-07-28 09:09:14   Dîlan Babat    ENQERE - Zeynep Tayn ya ji bo hemû pêşdarazên der barê anarşîzmê de hilweşîne kovara ‘Karala’ derxist tiştên şaş yên der barê anarşîzmê de vegot. Zeynebê daxuyakirin ku ji bo anarşîzmê ya esas têkoşîna civakî û têkoşîna jinê ye û wiha got: “Heta jin azad nebin otorîte tu car nayên hilweşandin. Ji ber hemû otorîte mêr in.”    Ji Kovara ‘Karala’ Zeynep Tan der barê tiştên nayên zanîn ên anarşîzmê de axivî. Hejmara duyemîn a ‘Karala’ di meha nîsanê de derket. Zeynep Tan anî ziman ku wan hewl daye anarşîzmê ji civakê re vebêjin.   ‘Anarşîzm ne şexs, têkoşîna civakî eseas digire’    Zeynebê daxuyakirin ku anarşîzm li dijî hemû têkiliyên der barê desthilatdariyê de ye lê ne şexsî ye û wiha pê de çû: “Anarşîzm ne şexs, têkoşîna civakî û rêxistinbûnê esas digire. Em dibêjin anarşîzm rêxistinbûn e. Civakek bê rêxistinbûn nikare şoreşê jî bike. Em bawer dikin ku bi rêxistinbûnê şoreşa civakî dê pêk bê. Heta niha me gelek rewşên ku anarşîzm lê hatiye xemilandin dît. Li hember me dewletek heye. Em bi sazbûna dewleteke ku bi salane heye re rûbirû ne. Ji ber vê jî bi hilweşîneke du sê rojan ne, bi terza rêxistinekê dikare jiyanek nû bê avakirin.”   ‘Bi biryara yek kesî şoreş pêk nayê’   Zeynebê diyar kir ku di anarşîzmê de pêşeng tune û got: “Ji jor kesek an jî hinek kes nayên û vê şoreşê pêk naynin. Em vê naparêzin. Li cihekî têkiliyên desthilatdariyê hebin li wir dikare şoreş pêk bê. Ji bo her derê cîhanê ev wisa ye. Li cihekî têkiliyên desthilatdarî hebin ev şer wê bidome. Her kes bi qasî rêhevalê xwe xwedî gotin e. Rêber tune, ji ber yek kesek bi biryara dide şoreş pêk nayê. Bindest hene û yên bindest dikin hene. Yên bindest dikin her tim dewlet û hêzek otorîter e. Yên tên bindestkirin jî her tim gel in. Heta ev hebin wê bidest jî di lêgerînê nebin.Bi axaftinê, bi civakî bûnê, şoreş dikare pêk bê.”    ‘Jin azad nebin otorîter jî tu car wê hilneweşin’   Zeynebê destnîşan kir ku yek ji esasên pêşî ya anarşîzmê şoreşa jinê ye û wiha got: “Baviksalariyê bi salan jin binpê kir.Em jinên anarşîst xeta xwe ya têkoşînê ji vir ava dikin. Belê civakek bê anarşîst lê em dizanin ku beyî jinê şoreş nabe. Heta jin azad nebin otorîter jî hilnaweşin. Beyî jinê şoreş nabe. Heta jin têde tunebe xeta têkoşînê jî nabe.”   ‘Hejmara yekem di 10’ê cotmehê de derket’   Zeynebê di dawiya axaftina xwe de got demek dirêje kovara ‘Karala’ nîqaş dikin û piştî nîqaşên dem dirêj hewcedarî bi vê kovarê dîtine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Em der barê anarşîzmê de dixwazin hemû pêşdarazan hilweşînin. Me bi du kesî li Enqereyê dest pê kir. Me xwest em ji jiyanên xwe dest pê bikin. Me xwest em tecrubeyên cuda, bûyerên cuda mirovên cuda ragihînin. Me di alî aborî û manevî de gelek pisgirêk jiya. Di alî teknîkî de jî me ji rojnameya Meydan piştgirî girt. Du hejmarên me wisa derketin. Li Enqereyê li dijî şoreşgeran komujiya 10’ê cotmehê pêk hat. Me ev ji bo hevalên xwe yên winda kir çêkir. Me xwest em bêjin ku em hîna li vir in. Me di 3’emîn salvegera komkujiyê de hejmara xwe derxist. Me xweset em bersivê bidin dewletê. Me hejmara xwe ya yekem diyariyê hevalê xwe Alî Kîtapçi yê di 10’ê cotmehê de hat qetil kirin, kir. Em ê di meha îlonê de hejmara xwe ya 3’emîn derxin.”