Mîhrîcana Dêrsimê sibe dest pê dike 2019-07-24 12:14:56   DÊRSIM - Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Dêrsimê sibe dest pê dike. Komîteya Amedekar, ji bo mîhrîcana ku diyarî  Nupelda û Ayaz ê li pilûrê jiyana xwe ji dest dan hat kirin banga tevlibûnê li gel kir.    Mihrîcana Xweza û Çanda Mûnzûrê ku 19 salin tê lidarxistin, wê sibê bi dirüşma “Li ziman, bawerî û çanda Dersîmê xwedî derkevin, bijî û bide jiyandin" dest pê bike. Mihrîcana çand û xwezayê wê 4 rojan berdewam bike. Amadekariyên mihricanê bi dawî bûn. Kamîteya Amadekar a Mihricanê ku ji bo mihrîcanê serî li Walîtiya Dersimê dan, heta niha walîtiyê tu bersîv nedaye komîteyê. Endamên Koîteya Amedekar a Mihricanê ku ji bo destûrê serlî li walîtiyê dan diyar kirin ku bi gotinê diyar kirine ew destûrê didin, lê hêj bi awayekî fermî tu bersîv ji wan re nehatiye dayîn.    Mîhrîcan wê sibe saet di 12.30'an de li Qada Seyît Riza bi daxuyaniya ku bê dayîn bê destpêkirin û li stadyûma ku wê çalakiyên mîhrîcanê lê pêk bên jî avakirina dikê hat destpêkirin. Herwiha ji bo kesên ku wê bên li Dêrsimê tevli mîhrîcanê bibin jî yurdên xwendekaran wê bên vekirin.