Li Qamişloyê pêşangehek dewlemend a pirtûkan 2019-07-22 10:16:10   Şêrîn Zêrevan   QAMIŞLO – Bi armanca bîranîna Hisên Çawîş li herêma Cizîrê pêşangeha pirtûkan hat lidarxistin. Komîteya Amadekar a Pêşangeha Pirtûkan Neîma Mûrad, diyar kir ku 43 sazî û pirtûkxane bi pirtûkên xwe tevlî pêşangehê bûne û wiha got: "Hêviya me ew ê ku çanda kevnar a xwendina pirtûkan pêş bikeve."   Bi armanca bîranîna Hisên Çawîş (Herekol) desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê, di 20'ê tîrmehê de 3'yemîn Pêşangeha Pirtûkan li hola Zana ya li bajarê Qamişloyê vekir. Amedekariya pêşangehê 2 meh dom kir û 2 roj in ji pirtûkhez berê xwe didin pêşangehê. Îsal 43 sazî û pirtûkxane bi pirtûkên xwe beşdarî pêşangehê bûn, hêjmara pirtûkan gihiştiye sed û 12 hezar pirtûk, her wiha 8 hezar û 500 pirtûk jî bi sernavên cûda di pêşangehê de cih girtin. Ji Başûr, Bakurê Kurdistanê, Efrîn, Şehba, Kobanê, Tebqa û Şamê gelek mêvan bêşdarî pêşengehê bûn. Pêşangeh dê heta 25'ê tîrmehê bidome. Her wiha di pêşangehê de semîner jî tên lidarxistin.    Komîteya Amadekar ya Pêşengeha Pirtûkan Neîma Mûrad li ser girîngiya pêşangehê û helbestvan û nivîskar Beşîra Derwêş ji der barê tevlîbûna xwe de nêrînên xwe anîn ziman.    Neîma di nava axaftinên xwe de li ser cûdahiya vê salê ji salên din rawestiya û wiha got: "Di vê salê de 43 sazî û pirtûkxane bi pirtûkên xwe beşdarî pêşengehê bûne, hêjmara pirtûkan gihiştiye sed û 12 hezar pirtûkan û 8 hezar 500 pirtûk jî bi sernavên cûda di pêşangehê de cih girtine. Mêvanên ji Başûr, Bakûrê Kurdistanê, Efrîn, Şehba, Kobanê, Tebqa û Şamê bêşdarî pêşengehê bûne."   'Pirtûkên dewlemend hene'   Neîma bal kişan ser pirtûkên ku di hindirê pêşengehê de heyî û wiha pêde çû: "Gelek pirtûk û bi 7 zimanên cûda di nava vê pêşengehê de hene, mînak pirtûkên Rêber Apo (Manîfesto), Roman, çîrok, helbest û hwd. Çi kesê ku were vê pêşengehê pirtûka ku dixwaze peyda dike."   Di dawiyê de Neîma got ku hêviyên me ewin çanda kevnar ya xwendina pirtûkan vegerînin û wiha got: "Daxwaziya min ew e ku her kes tevlî nava vê pêşengehê bibe, ji ber ku di pirtûkan de gelek dewlemendî heye û li çanda xwe ya xwendinê vegerin."   'Em pirtûkan bi zimanê xwe dinivîsînin'   Helbestvan û nivîskar Beşîra Derwêş ya ku bi pirtûka xwe ya bi navê ‘Keça rojê’ beşdarî pêşengeha Hisên Çawîş bûye hestên xwe wiha vegot: "Rojeke dîrokî ye ji bo me ku em pirtûkan bi destê xwe binivîsin li welatê xwe çêbikin û gelê me bixwîne, ji bo min cûda ye. Pirtûka min behsa helbestên netewî û evînî dike, ez diyarî Şengala birîndar û Efrîna hatiye dagirkirin axa zeytûnan dikim. Êdî derfet çêbûye ku em bi zimanê xwe li ser çanda xwe, li welatê xwe pirtûkan binivsînin û bi gelê xwe re parve bikin. Pêwiste herkes li çand, ziman û pênûsa xwe xwedî derkeve û berhemên xwe ji gelê xwe re pêşkêş bike."