'Ji bo ez nêrîna civakê biguherînim min amûrek ava kir' 2019-07-21 09:10:05   Sorgul Şêxo - Ronîda Hacî   HESEKÊ - Ji dîrokê ve heta roja me ya îro jin afirîner e, ji hûnera mejiyê xwe gelek amûrên bi sûd afirandine. Yek ji jina afiriner Îman Silêman a ji Dêra Zorê ye tenûrek balkêş ku ji qalikê xesaleyê çê kiriye.   Jinan her dem li hember rewşên şer û ambargoyê hêza xwe ya alternatîf dane şuxilandin. Îman Silêman jî dema ku li Dêra Zorê bû ji ber rewşên şer û ambargoya li ser wan ber bi herêmên di bin ewlehiya hêzên QSD'ê de, dikeve rê û ev nêzî 2 sal û nîv in li Navçeya Til Temir bi cih bûye. Îmanê  ji tunebûnê tenûrek ku nanê sêlê lê dixe afirand.    'Ji zarokatî de polîtîkayên şer û qirkirinê li ser jinê tê meşandin'   Îmanê wiha behsa serpêhatiya jiyana xwe dike: "Ji roja ku me çavê xwe li cîhanê vekir, polîtîkayên şer bi hemû awayî li ser me tê meşandin. Ne tenê şerê çek û hêzan şerê zihniyetê jî. Her digotin jin nikare tiştekî bike û jin bê hêz e û ne xwedî îrade ye. Bi van gotinan hiştin jin ji zayend, fikr û îradeya xwe ne bawer bin. Lê min li dijî şerê zihniyeta desthildatar a mêr têkoşîneke demdirêj da meşandin."   'Ji bo ez nêrîna civakê biguherînim min amûrek ava kir'   Îmanê diyar kir ku şerê hişmendiya ku li ser koletiya jinê xwe ava dike pir zor bû û wiha dewam kir:"Di civaka Ereb de her jin hatiye çewisandin û ji jiyana xwe ya xwezayî bêpar hatiye hiştin. Jin ne xulam e. Min jî dî wî alî de li ber xwe da û xwest nêrîna civakê ya jinê bidim guhertin."   'Min ji amûrên xerabe tenûrek afirand'   Îmanê got ku ne tenê ew e, 4 jinên din jî bi wê re kar dikin û wiha pêde çû: ": "Jin hunermenda jiyanê ye, jiyanê di ramanê xwe de dihûne. Tenûra ku min jî çêkir ji qalikê xesalê, papor û bermîla mazotê pêk tê. Rojane zêdetirî 100 nanê sêlê û tenûrê çêdikim. Alîkariya mal û civaka xwe jî dikim. Bi şev û roj dixebitin. Destek nikare çepika lêxe lê du dest dikare gelek tiştan bike. Dema ku em bi hev re kar bikin ez ê bi hêza jinê hîs dikim. Bi alîkariyê hezkirin çêdibe. Jin ji hev hez bikin dikarin gelek tiştan jî bikin."   'Navenda Aboriya Jinê destek da min'   Îmanê dibihîze ku Navneda Aboriya Jinê heye serdana wir dike û nîqaşên ku çêbûn wiha rave dike: "Min xwest ne tenê li mala xwe nan lêxim. Min xwest li kolanêjî lê bixim da ku li ber çavên gel be û hîn zêdetir karê me baş bibe. Min bihîst ku Navenda Aboriya Jinê heye, min serdana jinên wir kir û min projeya xwe ya çêkirina nanê sêlê û tenûrê ji wan re pêşkêş kir û ew jî bi min re bûn alîkar û destek dan me. Tenûra çêkirina nanê tenûrê û tenûra nanê sêlê li cem min hebû, bi hev re bûn porojeyek û di demên pêş de em ê dest pê bikin lê niha em tecrube dikin da ku di pêşerojê de tu pirsgirêk dernekevin."   'Geşkirina aboriya jinê geşkirina aboriya giştî ye jî'   Îmanê diyar ki ku divê jin aboriya xwe ya xweser geş bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê her jin aboriya xwe ya xweser geş bikin, dem dema yekîtî û hezkirinê ye. Geşkirina aboriya jinê geşkirina aboriya giştî ye jî. Em bi hev re ax, ava xwe biparêzin û xwedî li aboriya xwe derkevin."