Rojên Fîlmên Jinan a Gerok bi dawî bû 2019-07-20 11:25:38   AMED - Rojên Fîlmên Jinan a Gerok a ku li Amedê hat lidarxistin bi dawî bû. Her roj li 2 navçeyên Amedê fîlmên cuda hatin pêşandan û fîlmên ku hatin pêşandan rastî eleqeyeke mezin a jinan hat.    Rojên Fîlmên Jinan a Gerok ku bi pêşengtiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn û Akademiya Sînemaya Mezopotamya di 13'ê tîrmehê de dest pê kir, bi dawî bû. Her roj li 2 navçeyan fîlm hatin pêşandan.    Pêşandana fîlman a ku di 13'ê tîrmehê de li navçeya Farqînê dest pê kir, li navçeyên Gêl, Karaz, Erxenî, Çinar, Hezro û Rezanê hatin pêşandan. Fîlm rastî eleqeyeke mezin a jinan hat. Bi dawî kirina rojên fîlman herî dawî di 19’ê tîrmehê de, li Parka Tema ya Navçeya Peyasê bi pêşandina fîlman hat kirin.    Her wiha di çarçoveya Rojên Fîlmên Jinan a Gerok de fîlmên wekî  "Sibel" ya ku derhêneriya wê Çagla Zencîrcî û Guilloume Glovanettî dike, "Borç" ku derhêneriya wê Vuslat Saraçoglu dike, "Heta bêhna min diçike" ku derhêneriya wê Emîne Emel Balci dike û  "Kevok" ku derhêneriya wê Banu Sıvaci dike li navçeyan derket pêşberî sinemahezan.