Li Amedê 'Rojên Şanoya Gerok a Zarokan' dest pê dike 2019-07-17 10:31:03   AMED -  Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê “Rojên Şanoya Gerok a Zarokan” li dar dixe. Di bernameyan de ji şano, pandomîn, jonglêr û palyaço hene û dê li navenda bajêr û 10 navçeyan bên pêşandan. Her wiha 2 şanoyên bi kurdî ji dê di bernameyê de cih bigirin.   Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandê û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi minasebeta hunerê daxe kolanan û bibe ber pîyê zarokan “Rojên Şanoya Gerok a Zarokan” li dar dixe. Rojên şanoyê dê di 20'ê tîrmehê de dest pê bike û heta 26'ê tîrmehê bidome. Di bernameyan de şano, pandomîn, jonglêr û palyaço heye û dê li navçeyên Erganî, Lice, Karaz, Çinar, Pasûr, Bîsmîl, Silîva, Gêlê, Hezro û Pîranê bêne pêkanîn. Bername di destpêke de li Erganî û Bîsmîlê bê lidarxistin. Her wiha ji ber germahiyê bername dê di saet 19.30'an de bên lidarxistin.    Bi Rojên Şanoya Gerok a Zarokan dê zarokan bi awayekî aktif bixin nav bernameyan û bo pêşketina wan re bibin alîkar. Her wiha di bernayê de 2 şanoyên bi kurdî hene û her wiha hemû bernamê dê li park û qadan bên pêkanîn.    Ew bernameyên navçeyan bi hevkariya şaredariyên Partiya Demokratîka a Gelan (HDP) pêk bê. Her wiha Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê piştî Rojên Şanoya Gerok a Zarokan dê Rojên Muzîka Gerok a Zarokan jî li dar bixin. Di van rojan de ligel muzîka modern dê cih bidin dengbêjiyê û ew bername dê li navenda bajêr û  hem jî li navçeyan bên lidarxistin.