Xirbeyên Marînê nehatin parastin 2019-07-09 09:02:37   MÊRDÎN - Xirbeyên Marînê yên dîrokî yên li Nisêbînê ku bi salan e li ser piyan maye, niha terkî qedera xwe hatine kirin.    Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi berhemên xwe yên dîrokî balê dikşîne û gelek kesên ji derveyî bajêr diçin serdanê. Ji van berheman yek jê Xirbeyên Marînê ne. Xirbeyên Marînê li Gundê Nisêbînê yê bi navê Marînê ne. Xirbeyên Marînê li quntarên Çiyayê Bogokê ne. Lê Xirbeyên Marînê yên dîrokî yên li Nisêbînê ku bi salan e li ser piyan maye, niha terkî qedera xwe hatine kirin.    Xirbe nayên parastin   Li xirbeyan bermahiyên ji serdema Roma û Bîzansê hene. Gelek berhem ji ber  ku lê nayê nêrîn di bin axê û gihayê de mane. Ev xirbenê dîrokî gelek caran ji bo axurê ajalan tê bikaranînin. Gundiyan diyar kirin ku ew dixwazin xirbeyên dîrokî bên parastin û ger lêkolîn bê kirin dikare tiştên nû li van xirbeyan derkevin.    Di salên 90'î de ji aliyê dewletê ve hat şewitandin   Vî gundî ji dîrokê heta niha gelek şer dîtiye û gelek şaristaniya di nav xwe de dihewîne. Tîmur dema ku hatiye Cizîrê bi dest bixe welatiyên gund li hember derketiye û Tîmûr hemû ji ber şûr derbas kirine. Li vî gundî her dem operasyonên leşkerî tên kirin. Di salên 90'î de ji ber ku cerdevanî li gundiyan hat ferzkirin gelek gundiyî koçber kir. Ev gun di heman demê de hat şewitandin.    Ji gelek şaristaniyê re malovantî kiriye   Dîroka xirbeyan wiha ye:"15 kilometreyan li rojhilatê bakurê Nisêbînê ye. Marîna ku Asuriyan navê Merdis û Komukan jî navê Mariisê lê kiriye ji bajarê herî mezin û kevnar ê Mezopotamyayê ye. Li nava xirbeyan gelek bermahiyên dêra yên Roma, Bizans û Suryaniyan hene. Kela li rovayaê bajêr di derbarê rabirdûya Marînê gelek agahiyan dide. Li kuçeya jor a bajêr şikeft û goristan hene.    Ji ber robar tunebû ye li her malekê bîrek avê hebûye. Tê gotin ku dema Tîmûr hatiye Cizîrê bi dest bixe gelek kes ji şûran hatiye derbaskirin û loma Marîn êdî geş nebûye."