Li Kobanê pirtûka Gotinên Pêşiyan hat îmzekirin 2019-07-09 08:25:10   KOBANÊ - Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê ji bo îmzekirina pirtûka 'Gotinên Pêşiyan' ya nivîskar Silava Ararat li Kobanê roja îmzeyê li dar xist.   Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê ji bo îmzekirina pirtûka 'Gotinên Pêşiyan' ya nivîskar Silava Ararat li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê, roja îmzeyê li dar xist. Îmzekirin bi deqeyek rêzgirtin a ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê Leyla Ebdo axivî û wiha got: "Di wêje de gelek xalên bedew hene yek ji wan xalan gotinên bav û dayikên me ne, divê gotinên bav û dayikên me û ji bo nivşê nû winda nebin. Armanca me ew e ku nivşên nû kevneşopiyên xwe winda nekin." Piştre beşdarvanên ku tevlî roja îmzekirinê  bûn nêrînên xwe parve kirin.   Yek ji beşdarên vê îmzekirinê Nesrîn Hej Stêf wiha hestên xwe anî ziman: "Ez gelekî kêfxweş û serbilind im ku ev cara yekemîne ku pirtûkeke gotinên pêşiyan hat çapkirin. Ez dibêjim ku eger gelek kesên weke Silava Ararat hebin wê pêşeroja gelê me ronî bimîne."   Her wiha endama Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê Silava Ararat wiha got: "Dema ku ez di refê heştan de bûm mamosteyên me gotinên pêşiyan ji me dixwestin di wê demê de gelekî bala min kişand. Piştî şerê Kobanê komîteyeke wêje di 2016'an de hat avakirin di wê demê de gotinên pêşiyan bêhtir bala min kişand û min dest bi komkirina gotinan kirin. Bi gîştî komkirina gotinan sal û nîvekê berdewam kir paşê ji ber hin sedeman pirtûk nehat çapkirin, lê di 2018'an de hat çapkirin. Her gotinek çîrokeke û di her çîrokekê de rastiyek veşartiye."   Şahî bi belavkirina şêranî û stranên dengbêjî yên gelêrî bi dawî bû.