Lîstika Xwezgînî li Qoserê hat lîstin 2019-07-08 10:20:15   MÊRDÎN - Lîstika ku lîstikvanên wê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye ya bi navê "Xwezgînî" li Qoserê hat lîstin.    Di çarçoveya şahiya şonayê ya ku ji aliyê Muduriyeta Karê Civakî yê Şaredariya Qeserê û Mêrdînê tê lidarxistin de lîstika bi navê "Xwezgînî" ya ji aliyê Şanoger Şalîko Bêkes ve hat nivîsandin, hat lîstin. Lîstika ku lîstikvan Ozcan Ateş, Rezan Kaya, Kemal Ûlusoy, Saliha Yildizoz cihê xwe tê de girt rastî eleqeya gel hat. Piştî ku lîstik qediya temaşevanan li ser piyan ji lîstikvanan re li çepikan xistin.    Alî Temel nehat jibîrkirin   Piştî lîstikê Şaredariya Qoserê kulîlk da lîstikvanan. Piştre lîstikcan Ozcan Ateş axivî û Ali Temel ê ku li Şemrexa Mêrdînê di 13'ê Tîrmeha 1994'an hat kuştin û piştre cenazeyê hat windakirin, bi bîr anî.    Piştî axaftina Ozcan bername bi axaftinên cuda bi dawî bû.