'Jiyana min bi hunerê xweş dibe' 2019-07-07 09:01:40   Dilûcan Bozî   KOBANÊ - Jina bi navê Beraa Hemdan a hestên xwe bi helbest û çîrokan rave dike diyar kir ku divê hemû kes li huner û çandê xwedî derkevin û wiha got:"Min dest bi nivîsa çîrokan kir û piştre her ku dem derbas bû min aliyê xwe yê helbestê jî pêş xist û bi demê re her ku çû nivîsandina min a helbestan pêş ket. Jiyana min bi hunerê xweş dibe. Ez pêşniyar dikim ku hemû kes li hunera xwe xwedî derkevin."   Jina bi navê Beraa Hemdan a Vizaw ê Babê ye û 25 salî ye hestên xwe bi helbest û çîrokan tîne ziman. Ji ber êrîşên dewleta tirk Beraayê dibistana xwe temam nekir. Kesekî ji Ermenî nas dike û bi wî re dizewice. Beraayê anî ziman ku girîng e mirov xwe di her aliyî de pêş bixin û wiha got:"Dema helbestan dinivîsim û çîrokan dibêjim ez xwe azad hês dikim."   'Kêfxweşî bi fêmkirinê pêk tê'   Beraa wiha behsa serpêhatiya xwe dike: "Pêwîst e ku mirov di her alî de xwe pêş bixîne. Piştî zewaca min û ji vir ve em jiyanek wekhev bi hev re dijîn. Dema ku min xwest kar bikim hevjînê min bi awayekî kêfxweş pejirand. Ez niha di Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de xebatê didim meşandin. Di Kongreya PYD'ê de ez Hevseroka Têkiliyên Giştî ya Sulhê ya li bajarokê Sirînê hatim hilbijartin û niha li wir xebatên xwe didomînim. Di têkiliyên min û hevjînê min de rêzdarî heye. Dema di navbera hevjînan de rêzdarî hebe jiyana mirovan hîn xweştir dibe. Dema ez helbestan dinivîsim ew jî kêfxweş dibe. Ew jî rêzdariyê şanî hunera min dide. Ev yek min kêfxweş dike. Ez dixwazim hemû civak rêzdariyê nîşanî hunerê bide. Ez niha ducanî me, dema ku zaroka me çê bibe em ê hewl bidin ku ew jî bi rêzdariya hunerê mezin bibe."   'Pêşiya jinê  were vekirin dê jin bikaribin di aliyê civakê de pêşketinan ava bikin'   Beraa li wiha dewam kir: "Di aliyê huner û tenduristiyê de zanistiyên min hene û di gelek xalan de jî xwedî agahiyên baş im. Nimûne helbestên min bi xwe yên nivîskî gelek in, lê belê hîna li tu derê nehatine çapkirin. Her wiha di dema şer de jî li gundê me dema ku kesek birîndar dibû min yekser mudaxale dikir û birînên wan derman dikir. Dema ku pêşiya jinan di civakê de were vekirin, dê jin bikaribin di aliyê civakê de pêşketinan ava bikin û li ser lingên xwe bisekinin. Cara yekem min di refa 3' yan de dest bi nivîsa çîrokan kir û pişt re her ku dem derbas bû min aliyê xwe yê helbestê jî  pêş xist û bi demê re her ku çû nivîsandina helbestan pêş ket."    'Ez li hêviya rizgarkirina welatê xwe me'   Beraa herî dawî bal kişand ser koçberbûna xwe û hêviya rizgarkirina welatê xwe û wiha got: "Ev du sale ku ez ji bajarê xwe derketime. Ji ber desthiladariya dewleta Tirk gelek mirov ji bajar, gund û welatên xwe koçber bûn. Ez bi hêvî me ku wê welatê me bi awayekî temamî ji bin dagirkeriya desthiladaran derkeve. Ez dixwazim ku bajarê min Bab û bajarên weke Efrîn, Ezaz û Cerablus bi destê şervanên QSD’ê rizgar bibin."