Jinek di navbera têkoşîna şoreş û malbatê de maye: Çîroka Evînê ya Sûriyeyî 2019-07-06 09:10:06   Safîye Alağaş   NAVENDA NÛÇEYAN - Belgefîlma bi navê ‘Çîroka Evînê ya Sûriyeyî’ ji aliyê derhênerê îngîlîz Sean McAllîster ve hat çêkirin û di belgefîlm de, têkoşîna jinekê dayikekê ya ji bo ax, zarok û jiyana xwe daye vedibêje.    Derhênerê îngîlîz Sean McAllîster belgefîmê bi navê ‘Çîroka Evînê ya Sûriyeyî’ kişand û di belgefîlm de em şahidiya rêwitiyeke ji Sûriyeyê dest pê dike û Fransayê berdewam dike, dikin. Di fîlm de, çîroka şervanê azadiyê yê Fîlîstînê Amer û hevjîna wî Raghanda tê vegotin.  Derhêner Sean MecAllîster beriya şerê navxweyî dest pê bike diçe Şamê.    Sean li vir ji bo çîroka girtiyê siyasî lêkolîn bike, hevjîna Amer Hassan, Raghdan nas dike. Piştre çîrok dest pê dike. Raghda ji ber pirtûka nivîsiye û rejîma Sûriyeyê rexne dike, hatiye girtin. Di destpêka belgefîlm de Amer, hezkirina xwe ya li hember Raghda vedibêje, diyar dike ku wê heta û heta wê bipê. Di berdewamiyê de jî dibêje ‘Ez ji bo zarokên xwe xemgîn dibim, hewcedariya wan jî bi dayika wan heye’.    Malbat di heman demê de ji aliyê polîsan ve di bin kontrolê de tên girtin. Ji ber di bin çavdêriyê de kes naxwaze bi wan re têkiliyê deyne. Raghda di girtigehê de ye lê yê di depresyonê de ye Amer e. Em di vir de du çîrokan nas dikin.   Raghda piştî şoreş dest pê dike 4 meh şûnde tahliye dibe. Em di tahliyeyê de çîroka malbatek kêfxweş dibînin. Amer dixwaze biçe Ewropayê û Raghda jî naxwaze welatê xwe terk bike.   Derhêner piştî demekê ji aliyê leşkerên rejîmê ve tê binçavkirin. Amer û Raghda direvin Fîlîstînê. Şer derdikeve. Derhêner Sean piştî çend rojan şûnde tê berdan. Diçe Fîlîstînê û malbatê dibîne. Raghda di navbera malbata xwe û şoreşê de dimînin. Dixwaze di şoreşa Sûriyeyê de cih bigire. Vedigere Sûriyeyê. 3 mehan di berxwedanê de dimîne û derhêner Sean jî bi malbatê re li Fîlîstînê dimîne.Amer li dijî Raghda xeyidiye.   Ji bo zarokan tevlî şer dibe   Raghdan wek jinekê girêdayîna wê ya bi axa wê her kesî matmayî dihêle. Ji bo welatê xwe û pêşeroja zarokên xwe tevlî şer bibe.    Raghdan piştî 3 mehan şûnde vedigere. Piştre li Fransayê bicih dibe. Destûra rûniştinê digirin. Raghda piştî demekê li Fransayê dimîne tê Tirkiyeyê û di Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê de wek musteşara çandî cih digire. Piştî demekê vedigere Fransayê.