'Em ê bi wêneyên xwe rêya rigarkirina Efrînê xêz bikin' 2019-07-02 12:09:07   Hesna Muhemed   ŞEHBA - Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Efrînê pêşengeha wênexêzkirinê ya bi navê ”Kêliyên Berxwedanê” li Navenda Çand û huner a Navçeya Fafîn a Şehbayê li dar xist.   Pêşengeha Xwendekarên Efrînê bi navê ”Kêliyên Berxwedanê” ya wênexêzkirinê li navenda Çand û huner a Navçeya Fafîn a Şehbayê ji aliyê Tevgera Xwendekarên Demokratîk hat lidarxistin. Endamên sazî û Meclîsên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xwendekarên Efrînê beşdarî pêşengehê bûn. Pêşengeh bi wêneyên xwendekaran xêz kiriye hat xemilandin.   Pêşengeh bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê li ser navê xwendekarên Efrînê Evrîn Hesen axivî. Evrînê pêşengeh diyarî Abdullah Ocalan û hemû pakrewanên azadiyê kir û li hemû xwendekaran pîroz kir. Xwendekarên ku beşdarî pêşengehê bûn nêrînên xwe bi me re parve kirin û gotin: "Bi rêya xêzkirina wêneyan em hest û êşa jinan derdixînin holê, em ê bi wêneyên xwe rêya rigarkirina Efrînê xêz bikin."   'Êş û berxwedana jinê bi rêya wêneyan derdikeve'   Berdevaka xwendekarên Efrînê Sema Osman li ser pêşengehê axivî û got: "Ji bo xwendekar hestên xwe bi rêya xêzkirina wêneyan parve bikin, ev pêşengeh hat lidarxistin. Piranî wêne li ser êş û berxwedana jinê ye. Ev pêşengeh wê du rojan bidome. Nêzî 500 wêneyî li pêşengehê hene. Hemû xwendekar bi temenên cuda hestên xwe xêz kirine û berhemên xwe diyarî Serok Apo û pakrewanan dikin."   'Bi wêneyên xwe rêya rizgarkirina Efrînê xêz dikin'   Xwendekara bi navê Sîlda Cefer jî wiha got: "Bi rêya xêzkirina wêneyan em hestên xwe tînin ziman. Xêzkirina wêneyan tê wateya derxistina huner û hestên xwe, her xwendekarek jî hestên wan ya cuda bi rêya wêneyan derketiye holê. Em dikarin bi wêneyên xwe rêya rizgarkirina Efrînê xêz bikin."   Zeyneb Ibrahîm jî li ser xêzkirina wêneyan axivî û wiha got: "Pêşengeha”Kêliyên Berxwedanê” ji bo derxistina êşa ku jinê dîtiye, her mirovek dikare bi rêya wêne hestên xwe derxîin holê û em ê bi xêzkirina wêneyên xwe Efrînê rizgar bikin û jinan azad bikin."