Jinên di Mîhrîcana Keda Jinan de stand vekirin: Divê jin tevlî hilberînê bibin 2019-07-02 09:21:54   ENQERE - Li Enqereyê Mîhrîcana Keda Jinan pêk hat û jinan di mîhrîcanê de stand vekirin û berhemên xwe pêş kêş kirin. Jinan diyar kirin ku hilberandin wan kêfxweşdike û bang li hemû jinan kirin ku tevlî hilberînê bibin.   3’emîn Mîhrîcana Keda Jinan ya ji aliyê Şaredariya Çankayayê ve pêk hat û di 28’ê hezîranê de dest pê kir di 30’ê hezîranê de bidawî bû. Bi giştî 68 stand hatin vekirin û nêzî 600 jinî berhemên xwe li standan pêşkêş kirin.   ‘Em piştgiriyê didin hev'    Jina bi navê Nagîhan Tuncer bi kîla polîmer xişir çêdike û difroşe û her wiha malpereke wê ya bi navê Dodermet Home heye. Ji bo kesan taybet xişir çêdike û der barê standan û xebatên xwe de axivî: “Min wek hobî dest pê kir. Ez bi kîla polîmer xişir çêdikim. Min li ser malperek biyanî ev dît û bala min kişand. Min dît ku ev berhemeke xweş û bi tenduriste. Bi kîla polîmer hilberandin û teşekirin zehmete. Em bi derziyê dixebitin. Ev sebrê dixwaze. Ji bo xişirekî biçûk du sê saetên me derbas dibin. Hilberandin jî ji bo jinan gelek watedar e. Divê jin bêjin ‘em hene’ û tevlî hilberandinê bibin. Em li vir pişrgiriyê didin hev.”   ‘Divê jin tevlî hilberînê bibin’   Ji jinan Bîrnur Siyako jî ku wê jî stand vekiribû daxuyakirin ku wê wek hobî dest bi boyaxkirina ahşabê kiriye û got di 2003’an de piştî teqawît bûye dest bi vî karî kiriye. Bîrnurê bang li hemû jinan kir ku divê hemû jin tevlî hilberînê bibin, ji xwe re biafirînin.    Işil Ozkol jî wêneyan li ser tiştên cuda nexş dike û bi lêv kir ku ew jî piştî ji bankayê teqawît dibe, dest bi vî karî dike û wek hobî dike. Işilê destnîşan kir ku niha li Haxana Pîlavoglu ya Keleha Enqereyê du atolyeyên wê yên wêneyan heye û got li yekê dixebite û li ya din jî radixe.