Ji wênexêzên biçûk pêşangeha ‘Jin û Azadî’ 2019-07-02 09:17:40   MÊRSÎN - Hunermenda Seramîkê Tugba Er bi xebata ‘Di portreya jinan a AGENA ya çûkan’ perwerda hunerê da wênexêzên biçûk û bi vê pêşangeh vekir. Pêşangeh armanc dike ku di mijara azadî û jinê de hişmendiyê bide afirandin.   Hunermenda Seramîkê Tugba Er, li Mêrdînê bi 6 zarokan re di bin bana atoleyeya xwe de salekê xebata hunerê meşand û piştre pêşangeh vekir. Bi pêşangeha xwe ya ‘Di portreya jinan a AGENA ya çûkan’ armanc dike ku di mijara jin û azadiyê de hişmendiyê biafirîne.   Tugba, di mijara jin û çûkê de biryareke hevkar heye û peyama esas ya di tema wê de jin û azadiye. Tugbayê destnîşan kir ku pêşangeh nîşaneya bêsînorkirina hunerê ya bi destên biçûk hatiye amadekirinê ye. Tugbayê ev tişt daxuyand: “Em hêvî dikin ku zarok di pêşerojê de bibin kesên azad û biryarên xwe bi xwe bidin. Nêrîna zarokan a hunerê li gorî mezinan kûrtire û bi pêşangehê me ji nêz ve şahidiya vê kir. Ez dikarim bêjim ku piştgiriya zarokan ji min zêdetir bû. Hêza xeyala wan gelek dewlemend e. Ez dikarim bêjim ku ev pêşangeh ji cîhana dewlemend ya wan xwedî bûye. Huner bi wan re zimanekî cudatir vedibêje. Çawa ku huner tiştekî bê sînor û azadiyê temsîl dike jin jî wisa ye.”   Tugbayê di dawiya axaftna xwe destnîşan kir ku wê bi wênexêzên biçûk re xebatên xwe yên wêne, seramîk û pêşangehan bidomînin û got cara yekem bi xebata hevpar a zarokan di dawiya salên de pêşangeh vekirine. Tugbayê ji bo wênexêzên biçûk Gaye Keklîk, Duru Hayal Karakaş, Sevban Selîm Şahîn, Îrem Uzun, Tugçe Uzun û Hîra Nur Kizilsuyê serkeftinê xwest.