Mîhrîcana Jinan a Zîlan û Anna dê sibêhê dest pê bike 2019-06-28 15:41:00   NAVENDA NÛÇEYAN - 16'emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlan-Anna dê sibêhê li Londonê bi dirûşma "Berxwedana jinê re li ber azadiyê vedike" dest pê bike.    Mîhrîcana Jinan a Zîlan û Anna, li Londonê dê di 29 û 30'ê hezîranê de pêk tê.  Mîhrîcana jinan dê bi dirûşma "Berxwedana jinê re li ber azadiyê vedike" tê lidarxistin. Anna Campbell (Hêlîn Qereçox) ku şoreşgereke ciwan a Îngilîz bû li Efrînê di dema êrîşan de jiyana xwe ji dest da bû.    Di bernameya mîhrîcanê de panel, şano, çalakiyên zarokan û konser hene. Çalakiyên mîhrîcanê wê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Haringeyê pêk werin. Bi beşdariya parlamenter Pero Dundar û ji rêveberên TJK-E'yê Aliye Varto wê Şemiyê panelek pêk were û rewşa dawî ya siyasî ya li Kurdistanê û tundiya li jinê bên nirxandin. Di roja duyemîn de wê Beser Şahîn, Nûarîn û Sevîm Aslan konserê bidin. Ji amadekarên mîhrîcanê Meclîsa Jinan a Roj banga tevlîbûnê li jinan kir.