Li Parîsê 1'emîn Mîhrîcana Fîlmên Kurdî tê lidarxistin 2019-06-28 10:08:00   NAVENDA NÛÇEYAN  - Li Parîsê "Mîhrîcana Fîlmên Kurdî" bê lidarxistin. Piştî 14 bajaran dor gihaşt Parîsê û dê di mîhrîcanê de 19 fîlmên Kurdî dê bên nîşandan.    Înstîtuya Kurdî ya Parîsê û komeleya Sînemaya Franco-kurde, CinéBej dê 3-6'ê tîrmehê “Mîhrîcana Filmên Kurdî” pêk bînin. Mîhrîcan dê bi alîkarîya Wezareta Çandê ya Fransayê,  Şarederiya Parîsê û navenda Wallonie-Bruxellesê bi rê ve biçe. Film dê li Wallonie-Bruxellesê bên nîşandan. Di sê rojên mîhrîcanê de 19 filmên Kurdî dê bêne nîşandan. Roja pêşî “Efsaneya Qiralê Kirêt: Yilmaz Guney” tê nîşandan. Derhênerê filmê Huseyin Tabak û produktorê filmê Mehmet Aktaş jî dê beşdarî bernameya nîşandana filmê bibin.   Amadekaran ji sînemahezan xwest beşdarî mîhrîcanê bibin. Di banga xwe de wiha gotin: "Mîhrîcana Filmên Kurdî ya Parîsê (FFKP) bangê li we dike ku di navbera 3 û 6´ê tîrmeha 2019'an de li navenda Wallonie-Bruxellesê hûn li filmên Kurdî temaşe bikin. Di van 3 rojan de 19 filmên Kurdî dê werin nîşandan (anîmasyon, belgefilm û fîksiyonên tevlîhev).”   Piştî 14 bajaran dor giha Parîsê   Amadekarên mîhrîcanê destnîşan kirin ku, piştî 14 bajaran dor gihiştiye Parîsê, lewma ji sala 2000'î ve mîhrîcanên Kurdî li Êlih, Amed, Slêmanî, Dihok, Hewlêr, Sine, Kobanê, Berlîn, London, Stokholm, Stenbol, New York, Kopenhag û Hambûrgê bi awayekî pêşketî bi rê ve çûne û niha dor gihiştiye Parîsê.     Amadekarên mîhrîcanê banga xwe wiha bi dawî kirin: "Di mîhrîcanê de te armanc kirin ku di 3 rojan de ji dûrê sînorên ku hatin avakirin û hevkariyeke hunerî bi hev re bijîn. Ew ê nêzikahiyeke rexneyî pêşkêş bike li dora filmên ku ji herêmên cuda hatine weşandin."