Jin eleqeyê nîşanî pirtûkên ku rastiyê keşif dikin, didin 2019-06-28 09:08:50   AMED - Xebatkara Pirtûkxaneya Lîlavê Berfîn Turan, diyar kir ku jin herî zêde bala xwe didin ser pirtûkên ku rastiya jinê vedibêjin û dixwazin rastiya xwe keşif bikin.    Pirtûkxaneya Lîlavê di sala 2016’an de li Ofîsa Yenîşehira Amedê hat vekirin. Nêzî 20 hezar pirtûk li pirtûkxaneyê hene. Bi taybetî piştî îlankirina OHAL’ê ya sala 2016’an di warê weşanan de pirsgirêkên mezin derketin holê. Gelek pirtûkxane hatin girtin, pirtûk hatin qedexekirin. Her wiha di demên dawiyê de jî ji ber krîza aborî weşanxane nikarin pirtûkan çap bikin. Ev pirsgirêk bi tevahî li ser asta xwendina pirtûkan jî bandorê dike. Her wiha nêzîkatî, xwendîn û xwedîderketina li pirtûkên bi kurdî jî wekî salên borî niha jî bi pirsgirêk e.    Xebatkara Pirtûkxaneya Lîlavê Berfîn Turan, derbarê eleqeya li hemberî pirtûkên bi kurdî, eleqeya li hemberî pirtûkên ku nivîskariya wê jinan kirine û her wiha pirtûkên ku ji jinan re pêşniyar bike de ji ajansa me re axivî. Berfînê diyar kir ku xwendina pirtûkan deriyekî ji heşmendiyê re vedike.    ‘Pirtûkên ku rastiya jinê vedibêjin’   Berfîn, di axaftina xwe de bal kişand ser xwendina pirtûkan û wiha got: “Ji bo min pirtûkên ku di derheqê jinan de hatine honandin girîng in. Pirtûkên bi vî rengî dibin gaveke girîng ji bo hilweşandina hişmendiya qirêj a mêr. Li vir rastiya jinê tê dîtin.”   ‘Keşîfkirina rastiyê girîng e’   Berfînê, da zanîn ku bi hezaran sal e jin ji mafê xwe hatine dûrxistin û wiha axivî:“Jin ji mafê xwe hatine dûrxistin û kiraseke qirêj li wan dikin. Li dijî ezberkirina tiştên heyî divê lêgerîneke heqîqetê hebe. Ji bo keşifkirina vê rastiyê jî divê li ser pirtûkan lêhurbûneke kûr pêk bê.”   ‘Pirtûkên kurdî hatin qedexekirin’   Berfînê, destnîşan kir ku di sala 2016’an de bi îlankirina OHAL’ê re gelek pirtûk, weşanên bi kurdî û pirtûkxane hatin girtin û wiha dom kir: “Bi taybetî pirtûkên bi kurdî hatin nivîsandin, hatin qedexekirin û hatin komkirin. Vî tiştî bandor li ser xwendevanên ku bi kurdî dixwînin kir. Gelek sedemên nexwendina pirtûkên bi kurdî hene lê qedexekirin û komkirin jî bandorê dike.”   Pirtûkên jinan...   Berfînê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pirtûkên jinan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Îsal herî zêde me pirtûkên wekî; Jîneolojiye Gîrîş (Akademiya Jineolojiyê), Femînîzim ve Erkekler (Nîviskar: Nikki Van Der Gaag), Cînsel Sozleşme (Nivîskar Carole Paeman), Kibele'den Pandora'ya Kadının Tarihsel Yenilgisi, Tek Tanrili Dînler Karşisinda Kadin (Nivîskar: Fatmagul Berktay), Îslamin Bîlînç Altinda Kadin (Nivîskar: Fetna Ayt Sabbah) firotin. Her wiha em van pirtûkan pêşniyarî jinan jî dikin."