Jinên Başûrê Kurdistanê: Çand hebûna jinê ye 2019-06-27 13:43:42   Civîn Husên - Rojda Seyîdxan    QAMIŞLO - Jinên Başûrê Kurdistanê ku tevlî 6'emîn Konferansa Tevgera Çand û Huner a Demokratîk bûn gotin: "Çand bi jinan mezin dibe, em ê Kurdistanê bi çandê mezin bikin. Divê tevahî Jinên Kurdistanê Konferansa xwe ya Çandê li Kurdistanê li dar bixin."   Jinên endamên Çand û Hunerê yên Başûrê Kurdistanê ku tevlî 6'emîn Konferansa Tevgera Çand û Huner a Demokratîk a li Rojava bûn, derbarê tevlîbûna Konferansê de nêrînên xwe parve kirin.   Endama Çand û Hunerê ya li Başûrê Kurdistanê Rubar Agmad konferans pîroz kir û daxwaza serkeftinê kir û got: "Hêvîdar im xebatên me yên çandê berdewam bibe ku em konferansa xwe ya Çand û Hunerê li Kurdistanê li dar bixin. Her çar parçeyên Kurdistanê kom bibin û ji bo mayîndekirina çanda Kurdistanê nîqaş bikin. Em çanda Kurdistanê ku rastî zext û dagirkeriyê tê, biparêzin."   'Pergala netewa demokratîk numuneyek baş e ji bo parastina çanda gelan'    Rubarê da zanîn ku pergala netewa demokratîk numuneyek baş e ji bo parastina çanda gelan û wiha dewam kir: "Konferansa ku îro li Rojava li dar dikeve, bi sê zimanan tê pêşkêşkirin. Ev di hundirê pergala netewa demokratîk de pirzimanî û pirçandiniyê mayinde dike. Pir girîng û bi nirx e xebatekî xurt ji bo çandê were kirin."   'Çand hebûna jinê ye, bi jinan jî çand mezin dibe'   Endama Çand û Hunerê ya li Başûrê Kurdistanê Sarwîn Elî anî ziman ku ew gelek bextewar e bi tevlîbûna Konferansê û wiha dom kir: "Têkoşîn û şoreşa Rojava, xebatê ciwanan û pirrengiya çandan derxist pêş. Îro ev konferans mînaka vê yekê ye. Jin pêşenga şoreş û xebatê ye. Divê jin her dem destkeftiyên heyî, mayînde bike. Wek jin Çand û Huner hebûna me ye, bi jinan jî çand mezin dibe. Em ê Kurdistanê jî bi çanda xwe mezin bikin. Bi hêviya salên pêş em ê li ser her çar parçeyên Kurdistanê xebatên çandê binirxînin."