'Dayikên koçer parêzvanên çanda resen û dîroka kevnar in' 2019-06-26 16:56:11   Roj Hozan - Civîn Husên    QAMIŞLO - Dayikên koçer yên ku bi cil û bergên xwe yê resen beşdarî  konferansa Tevgera Çand û Hunera demokratîk bûne diyar kirin ku jina kurd bi têkoşîna xwe rihê hezkirina çandê di hindirê xwe de mezin dike û gotin:"Em dixwazin her çanda me zindî bimîne."   Dayikên ku bi cil û bergên xwe yên Kurdî beşdarî konferansa Tevgera Çand û Hunera demokratîk  a ku li bajarokê Rimêlanê ya Kantona Qamişloyê tê li darxistin, bûn gotin:"Em ê her parêzvanên çanda xwe bin."   'Em dixwazin çanda me her zindî bimîne'    Dayîka koçer a bi navê Xana Husên wiha axaftina xwe li ser parastina çandê kir: "Dema em dibêjin çanda resen, di destpêkê de dayikên koçer divê  em bi nav bikin. Dayikên ku di roja me ya îro de çanda wan  hatiya parastin çanda koçeran e. Di nava vê konferansê de jî em dixwazin wê bidin diyarkirin ku li ku derê be jî em ê bi cil û bergên xwe yê foklorî tevlî civakê bibin. Ji zû de em bi çanda xwe ve girêdayîne û diparêzin.  Dayikên me bi me dane naskirin û fêrkirin ku  divê em ji çandê hez bikin û nifşê nû jî fêr bikin. Di nava civaka me de gelek tiştên resen hatine windakirin û helandin yek jê jî cil û berg in. Dibe di civakê de nifşên nû van cil û bergan li xwe nekin, lê em dixwazin her çanda me zindî bimîne."    'Jinên kurd rê nadin ku rastiya dîroka wan were windakirin'   Di berdewamiya axaftinên xwe de Xanê destnîşan got: "Di rastiya jina kurd de xwedî derketina li çandê heye. Her dem dayikên me li çanda xwe baldar bûn û hebûna wê diparastin. Ji bo wê jî her çiqas cureyên helandinê di ser me de hatin ji qirkirinên şeran, koçkirina ji waran  dîsa jî jina kurd bi tekoşîna xwe rihê heskirina çandê di hindirê xwe de mezin dikir. Ji xwe em dizanin êrîşên dijminan jî di despêkê de li ser çanda gelan tên kirin, da ku van gelan ji rastiya wan dûr bixin û çandeke li gorî xwe li ser wan bidin ferzikirin. Em wekî jin heta em hene em ê rê nedin ku çand, dîrok û zimanê me were windakirin."   'Sebra ma bêyî cil û bergên koçerî nayê'    Jina Koçer Dera Omer jî wiha got:"Ji me re girîng e ku em  di her kêliyên jiyana xwe de çanda xwe biparêzin. Pêwîstiya me bi fêrkirinê û girêdanê heye. Heta  asteka mezin me ev yek di kesayeta jina koçer de daye rûniştandin û tê dîtin. Parastina çandê ne tenê cil û berg in, lê xala girîng a xemla jinê û xweşikbûna wê ye  ev hêza jin a parastina  nirxên civakê  ye, ji bo wê jî em dibêjin sebra me bêyî cil û bergên me yê resen nayê. Heta em hebin em ê parastina çanda xwe ji çewisandinê bikin."