'Em ê çanda xwe bi hev re biparêzin' 2019-06-26 15:17:43   Civîn Husên - Roj Hazim   QAMIŞLO - Jinên tevlî 6'emîn Konferansa Tevgera Çand û Huner a Demokratîk bûn gotin: "Bi tevlîbûna tevahî reng û çandên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê ev konferans bibe bingeha çanda neteweya demokratîk."   Jinên ku tevlî Konferansa Tevgera Çand û Huner a Demokratîk ê 6'emîn ku li navenda Aram Tîkran a Çand û Hunera bajarokê Rimêlan  a Kantona Qamişloyê bûn, derbarê armanca Konferansê û zindîkirina çandê de nerînên xwer parve kirin.   'Ev konferans wê bibe bingehê Çanda Netewa Dermokratîk'   Endama Komîteya Amedekar a 6'emîn Konferansa Tevgera Çand û Hunerê Suad Hesen wiha dibêje: "Wek tê zanîn her du salan konferansa Çand û Hunerê tê lidarxisitn. Li Rojavayê Kurdistanê ev Konferans 6'emîn e, di heman demê de konferansa Yekê li  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ji tevahî herêmên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê tevlîbûn çêbû bi taybet ev yekem car ji herêmên Reqa, Tebqa, Dêrezor gel beşdar bûn. Her wiha ji Başûrê Kurdistanê û Mexmûrê mêvan tevlî bûn. Ev Konferans dê bibe bingeha Çanda Neteweya Demokratîk ji ber her netewek ji Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê hazir bûn. Wê du rojan ev konferans berdewam be û nîqaşên berfireh werin kirin."   Her wiha Endama Çand û Hunerê ya Barjarê Reqayê Museyîba El-Xelef jî wiha got: "Ev beşdarbûna me ya yekê ye piştî rizgarkirina Reqayê. Piştî DAIŞ bi hemû hewldanên xwe xwest çand û dîroka me tune bike, tevahî beşên çandê ji me qut kiribûn. Ez gelek bextewar im bi tevlîbûna vê Konferansê, wek gelê Ereb derfete ji me re ku em çanda gelên din jî nas bikin, tevlîbûna jinan ji vê Konferansê re pir xurte. Li vir yekîtî û pirrengiya gelan me dît. Em bi hêvîne ku her dem konferans û çalakiyên çandê ku tevahî çand li hev kom bibin li dar bixin. Jin her dem parastina çandê kiriye û niha jî bi hev re wê biparêzin. Em ê hemû gel çanda xwe bi hev re biparêzin."