'Armanca konferansê her zindîkirin û parastina çanda gelan e' 2019-06-26 11:50:01   QAMIŞLO - 6'emîn Konfereransa Tevgera Çand û Huner a Demokratîk bi axaftinan didome.   6'emîn konferansa Tevgera Çand û Huner a Dermokratîk li Rojavayê Kurdistanê bi dirûşmeya "Çand, Ziman û Erdinîgarî bedene li bedena xwe xwedî derkeve", ku bi tevlîbûna 200 delegeyên ji herêmên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê li navenda Çand û Huner a Aram Tîkran ya bajarokê Rimêlanê ya Kantona Qamişlo dest pê kiribû, didome. Piştî deqeyek rêzgirtin axaftin hatin kirin.   Serkeftina şoreşê veguherînên rastiya civakê û rastiya jiyanê ye    Li ser navê Tevegera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl axivî. Aldar  6'emîn konferansa çand û hunerê li hemû kesan pîroz kir û got: "Bi hêviya ku biriyarên di konferansê de werin girtin rastiya şoreşa me û Netewa Demokratîk temsîl bike.  Xeteriyên li ser çanda herêmê û Rojhilata Navîn bi taybet pirojeya Netewa Demokratîk û êrîşên dewleta Tirk û hewldanên wan ber bi çav bin. Em di wê baweriyê de ne ku gavên dîrokî yê sedan salan di şoreşa me de bi çend salan hatin kirin. Ev Konferans têkoşîn û mîrasê bi salane, bi hezaran şehîd di riya azadî û nûjenkirin û parstina çanda xwe şehîd bûn, berdewamiya xebatê demokerasî û azadiya şoreşa Rojavayê kurdistnê ye ku îro bandora xwe li tevahî Bakur û Rojahlatê Sûriyeyê dike. Girîng e rastiya vê têkoşînê em bi hev re parve bikin. Xeteriya DAIŞ'ê ku li ser tevahî mirovahiyê hebû, me şikand. Ev têkbirina DAIŞ'ê xizmetek ji bo tevahî mirovahîyê bû. Kar û xebatê hat kirin di nav şer de bû, heta çi astê jî şaneyên DAIŞ'ê mane û êrîşên Tirk hene, lê belê niha nirxandin ne tenê leşkerî ye, derbasî asteke din dibe, serkeftin bi leşkerî û siyasî namîne, serkeftina vê şoreşê veguherînin rastiya civakê û rastiya jiyanê ye. Çand û huner ji bo pêşketina civakê girîng e."   'Ev konferans berdewamiya xeta têkoşîna Şehîd Yekta ye'   Aldar wiha domand: "Çand û Huner heta niha dikarîbû dengê şoreşê bigihîne gel, lê niha pêvajoyek nû dest pê dike. Xebatê heyî li ser pişta çand û hunerê ye,  ku rih bide van serkeftinan. Ji bo ev bibe şoreşek gelêrî bi rastiya 11 hezar şehîdên ku em gihaştin roja îro bi wî rihî em ê şoreş û xebatê xwe bi ser bixin. Ev konferans berdewamiya xeta têkoşîna şehîd Yekta ye."   'Bi keda jinê em îro li ser piya ne'   Her wiha li ser navê Kongereya Star Eyîhan Murad bi xêr hatina mêvanan kir û konferans pîroz kir û wiha got: "Bi Tevahî şehîdên tevgera azadiyê û şoreşa me gihêaştin hebûn û nasnameya xwe ku îro hatiye parastin. Duh salvegara komkujiya kobanê bû ku bi destê DAIŞ'ê û dewleta Tirk pêk hat, em wan bibîr tînin, du rojê din jî salvegera Şehîd Zîlan e ku bi erka wê jinê xwe nas kir û xwedî li çand û welatê xwe  derket û bû mînak ji tevahî jinên cîhanê re em soza li ser şopa xeta azadiya wê didin. Wek jin çawa me pêşengtiya Şoreş, Çand, Ziman kir bi keda jinê îro em li ser piyan e. Em ê her sozdarê têkoşîn û xebatê bin û her çanda xwe zindî bikin. Welatekî îro çand û dîroka xwe nûjen dike bi sîstema Netewa Demokratîk hemû nirx û çanda gelan diparêze. Em hemû bi hev re bi yek dilî rê li ber êrîşan bigirin û têkoşîna xwe bilind bikin, bi hêviya biryarên girîng werin girtin û xwedîderketina li çandê. Çand dîrok û hebûna jinê ya tevahî gelan e."   'Nirxandin û xebatên çandê di vê qonaxê de pir girîng e'   Li ser navê Rêveberiya Xweseriya Dermokatîk Dîlber Yûsif axaftin kir. Dîlberê Konferans pîroz kir û got: "Bê guman lidarxistina konferans û nirxandina xebatek çandî ku ji nû ve civaka xwe bi rêxistin bikin di qonaxek wiha de wateyek wê pir mezin heye. Destekftiyên îro bi fedakarî û bedelên pir mezin pêk hat. Ev civaka ku îro rehet li cihekî bi vî rengî kom bûye û xebatê xwe dinirxîne, bedelên mezin daye. Ev konferans û biryarên werin girtin ji bo parastin û zindîkirina çanda gelên herêmê bi xwe şoreşeke.  Ev şoreşa çandî wê vê serkeftinê temam bike. Xwedîderketina li nirx û çandê dê bingeha vê konferansê be, çanda gelan zindîkirin dê her armanca me be. Armanca konferansê her zindîkirin û parastina çanda gelan e."   Her wiha li ser navê Çand û Hunerê û Kevana Zêrîn axaftin hatin kirin.    Niha konferans bi  hilbijartina dîwanê didome.