Mîhrîcana Jinan a Fîdan Dogan îro dest pê dike 2019-06-23 09:41:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Mîhrîcana Jinan a Fîdan Dogan bi dirûşma "Berxwedana jinê rê li ber azadiyê vedike" îro li Fransayê pêk tê.    Ji hêla Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) Mîhrîcana Jinan a Fîdan Dogan tê lidarxistin. Mîhrîcan dê bi dirûşma "Berxwedana Jinê rê li ber azadiyê vedike" îro li Parîsa Fransayê pêk tê. Gelek rêxistinên jinan û femînîst ên Fransayê tevlî xebatên amederariya mîhrîcanê bûn.    Aktîvîsta TJK-F'ê Dîlan Amed bal kişand ser mîhîrcanê û wiha axivî: "Amadekariyên Mîhrîcana Rojbînê demeke dirêj bû dihat kirin. Îro me amadekarî bi dawî kirin. Em bang li Gelê Kurd ên li Fransayê dikin ku tevlî mîhrîcanê bibin. Em bi berxwedana Zîlan û Semayan gihîştin vê astê. Em bang li jinan dikin ku li dora vê berxwedanê li hev kom bibin û tevlî mîhrîcanê bibin." Her wiha Berdevkên Tevgera Jinên Kurd a li Fransayê (TJK-F) Sevgî Yavaş jî bang li jinên Kurd kir ku tevlî mîhrîcanê bibin.   Mîhrîcana Jinan a Fîdan Dogan dê bi dirûşma "Berxwedana jinê rê li ber azadiyê vedike" îro di saet 12'an de dest pê dike. Pinar Aydinlar, Denîz Deman, Meral Alkan, Xecê Yaşar, Rûken Newa û Dîlana Rojarya dê derkevin ser dikê. Her wiha ji bo zarokan jî parkeke lîstinê hat amadekirin.