Tirba Mem û Zînê piştî 4 salan rastî eleqeyek mezin hat 2019-06-23 09:02:40   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Turbeya Mem û Zînê ya li Cizîrê ku sembola evîn û berxwedanê ye. Piştî 4 salanan careke din rastî eleqeyek mezin hat û serdanên ji bo turbeyê zêde bûn.   Mem û Zîn, ji destanek neteweyî ya  gelê kurd e. Ev destana kevnar ji aliyê Ehmedê Xanî ve hatiye nivîsandin û behsa evîna Mem û Zînê tê kirin. Evîna Mem û Zîn gelek mezin e lê ji ber Bekoyê Ewan Mem û Zîn nagihêjin hevdu.    Li turbeyê Mem û Zîn li ber hev hatine definkirin. Lê Beko Mem û Zînê li goristanê jî tenê nahêle. Bekoyê ku ji ber fen û fûtan ji aliyê hevalê Mem ve tê kuştin, li ber serê Mem û Zîn tê definkirin. Li gor destanê gulên ku li ser turbeya Mem û Zînê şîn tên ji aliyê histiriyên li ser gora Beko Ewan ve tên astengkirin ku ji bo negihîjin hev.    Tirbeya evîndaran   Turbeya evîndaran ku li navçeya Cîzîrê ya Şirnexê ye piştî sedsalan bû qada ziyaretê. Bi taybetî jî kesên ku êşa evînê dikişînin û ji bo bigihîjin hezkiriyên xwe Tirba Mem û Zîn ji bo xwe wekî stargehekê dibînin. Her roja pêncşemê bi  sedan ciwan, kal û pîr diçin tirba evîndaran ji bo evînê dia dixwînin û daxwazan dikin.    Eleqeya ji bo tirbeyê zêde bû   Beriya 4 salan li Cizîrê dema qedexeya derketina derve de serdana li ser Tirba Mem û Zîn jî kêm bûbû. Bi pêçandina birînên li bajêr serdanên ji bo Tirba Mem û Zîn jî zêde bûn. Ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê û ji derveyî welat gelek kes tên serdana Tirba Mem û Zîn.