TJK - E û KON-MED'ê ji bo tevlîbûna mîhrîcanê bang li jinan kirin 2019-06-20 15:32:22   NAVENDA NÛÇEYAN - 15'emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlan û 3'yemîn Mîhrîcana Jinan a Rojbîn dê bi dirûşma "Berxwedana jinê rê li ber azadiyê vedike" pêk bê. TJK-E û KON-MED'ê banga tevlîbûnê li jinan kirin.   15'emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlan dê 22'ê hezîranê li Leverkusena Almanyayê bi dirûşma "Berxwedana jinê rê li ber azadiyê vedike" bê lidarxistin. Her wiha 3'yemîn Mîhrîcana Jinan a Rojbin jî dê li Parîsa Fransayê di 23'ê hezîranê bi heman dirûşmê bê lidarxistin. Tevgera Jinên Kurdistanê li Ewropayê (TJK-E) û Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên li Elmanyayê (KON-MED) ji bo Mîhrîcana Zîlan û Rojbin (Fîdan Dogan) banga tevlîbûnê li jinan kirin.    Di daxuyaniya TJK-E'yê de hat wiha hat gotin: "Di serî de em bang li jinên Kurd ên li Elmanya, Hollanda û Belçîkayê dijîn dikin û bi tewahî hêzên şoreşger-demokratîk û saziyên pêşverû dikin ku di 22'ê hezîranê de roja Şemiyê tevlî Mîhrîcana Zîlanê û di 23'yê hezîranê roja yekşemê jî tevlî Mîhrîcana Fîdan Dogan-Rojbîn bibin."   KON-MED, bi daxuyaniyek bal kişand li ser mîhrîcanên ku pêk bên wiha hat diyar kirin: "Di serî de hevserokên me yên jin ên meclîs û federasyonên KON-MED'ê, rêveberên me yên jin, endamên me yên jin, saziyên Kurdistanî hemû wê tevlî Mîhrîcana Zîlanê bibin."