Amadekariyên Mîhrîcana Jinan a Zîlanê bi dawî bûn 2019-06-17 12:41:32   NAVENDA NÛÇEYAN -15'emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlanê dê di 22'ê hezîranê de pêk bê. Komîteya amedekar û Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd bang li jinan kir ku bi reng û dengê xwe tevlî mîhrîcanê bibin. Mîhrîcan dê diyariyê Ayten Behçet, Zehra Saglam, Medya Çinar û Yonca Akici yê bê kirin.   Amedekariyên 15'emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlanê bi dawî bûn. Mîhrîcan dê di 22'ê hezîranê de li bajarê Leverkusen ê Elmanyayê pêk were. Komîteya amadekar a mîhrîcanê civîna xwe ya dawî pêk anî û amadekariyên xwe nirxandin. Mîhrîcana ku bi dirûşmeya "Berxwedana jinê rê li ber azadiyê vedike" dê pêk were û diyarî berxwedêrên grevên birçîbûnê Ayten Behçet, Zehra Saglam, Medya Çinar û Yonca Akici were kirin.   'Îsal tevlîbûn dê zêdetir be'   Komîteya Amadekar diyar kir, ji gelek bajaran wê otobus bên amadekirin û tê payin ku tevlîbûna îsal zêdetir be. Di serî de li Elmanya û Hollanda û Belçîkayê jin tevlî mîhrîcanê bibin. Dê li qada mîhrîcanê gelek standên rêxistinên jinan bên vekirin û xwarinên herêman bên nasandin. Her wiha ji bo zarokan jî amadekariyeke taybet hatin kirin. Dîsa hunermendên wekî  Eylem Aktaş, Chopy, Denîz Deman, Serenat Ezgîcan, Kewê (şanoger), komên govendê û koma Dansên Gel a Fîlîpînê derkevin ser dikê.   'Ji bo demokrasiyê dest bidin hev'   Her wiha Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd (CENÎ) bi daxuyaniyeke nivîskî bang li jinan kir ku bi reng û nêrîna xwe tevlî mîhrîcanê bibin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ji aliyê bi hezaran girtiyên li girtîgehan, siyasetmedar û aktîvîstan ve hat meşandin. Bi sekna bi biryar a berxwedêran li Tirkiyeyê derî li demokrasiyê vebû. Divê di serî de jin û hêzên demokratîk ji bo demokrasiyê dest bidin hev."   'Em bang li jinan dikin tevlî mîhrîcanê bibin'   Di daxuyaniya nivîskî de qala 15'emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlanê hat kirin û wiha hat gotin: " Berxwedana jinên Kurd hêz û hêviyê dide jinan hemûyan. Em dixwazin bi mîhrîcanê careke din balê bikişînin ser berxwedan û hêza jinê û serketina jinê. Em bang li jinan dikin ku tevlî mîhrîcanê bibin."