'Dema bi tenbûrê stranên gelêrî dibêjim bextewar dibim' 2019-06-17 09:02:29   Ronîda Hacî / Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Gelê Kurd xwedî çand, dîrok û kevneşopiyeke kevnar in. Zarokên Kurd jî li dû vê çanda kevnar dimeşin. Zaroka Kurd Gulnaz Mehemed a ku li tenbûrê ku di çanda Kurdan de xwedî cihekî taybet e, dixe dibêje:"Muzîk xîtabî rihê mirovan dike. Dema bi tenbûrê stranên gelêrî dibêjim bextewar dibim. Wiha li çanda xwe xwedî derdikevim."   Di çanda Kurdan de amûra tenbûrê cihekî taybet digire. Bi salan e gotina stranên gelêrî ya bi tenbûrê didome. Zaroka 13 salî ya bi navê Gulnaz Ehmed a ji Hesekê ku çanda tenbûrê didomîne hestên xwe anî ziman. Gulnazê got:"Dema em stranên xwe yên gelêrî nebêjin ew ê çanda me tune bibe. Loma divê em stranên gelêrî bibêjin û çanda xwe bidomînin."   'Îro jin xwedî li mîrasê çand û hunerî derdikevin'   Gulnazê diyar kir ku tevî polîtîkayên qirkirinê gelê Kurd çanda xwe parastin û wiha dom kir: "Kurd bi dîrok, kevneşopî û çanda xwe dewlemend in. Di seranserê dîrokê de li hember hemû rengê îşkenceyan kurd têkoşiyane heta ku bingeheke çandî, hunerî û siyasî ji gel taybet ji jinan re afirandiye. Îro jin xwedî li mîrasê çand û hunerî derdikevin."   'Min ji dayik û bavê xwe feyz girt'   Gulnazê wiha dewam kir: "Dema ku ez zarok bûm her dem min ji xwe re stran û muzîk digot. Bavê min dizane li Tembûrê bide, kesê ku piştgirî da min ku ez xwesteka xwe pêk bînim û fêrî Tembûrê bibim, dayik û bavê min bûn. Nêzî sal û nîvekê ez fêrî tembûrê dibim.Di destpêkê de zehmet bû lê piştre ez hîn bû."   'Muzîk xîtabî rihê mirovan dike'   Gulnazê derbarê stranan de wiha got: "Dema ku ez stran û muzîkê dibêjim ez xîtabî rihê mirovan dikim. Dema ku mirov stranan dibêje bedewbûna hizir û dilê xwe ji gel re nîşan dide. Huner ew e ku rastiya civakan bi zimanekî zelal û nerm vebêje. Îxanet ew e ku mirov gelê xwe bixapîne û ne li gorî çanda xwe tev bigere."   'Ez ê bibim jineke hunermend û dengbêj'   Gulnazê xwesteka xwe anî ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dixwazim hemû zarokên keç fêrî alavên muzîkê bibin. Pir xweş e û zehmet e jî. Lê derûniya mirovan pir rihet dike. Dema ku ez mezin bibim ez ê bibim jineke hunermend û dengbêj ku bikaribim rastî bi rihekî azad ji civakê re xizmet bikim û ew sînorên koletiyê û fedîbûnê bişkînim û bikaribim xwe îfade bike."   'Êşa ku min ji orf û adetê civakê kişand, bila keça min nekişîne'   Dayîka Gulnaz Şemsa Hisên jî derbarê xwesteka keça xwe de wiha dibêje: "Em ji aliyê dayik û bavên xwe hatin paşguhkirin ew jî sûcê adetên civaka kole bû, lê ez naxwazim zarokên min taybet jî keça min wiha mezin bibin. Çi ji destê min were ez ê bikim û rê tu carî li ber pêşketina keça xwe negirim."   Piştî axaftinan Gulnazê çend stranên Kurdî û Erebî got.