'Divê ji bo zarokan çalakiyên bi vî rengî bêhtir pêk bên' 2019-06-15 09:14:56   AMED - Mîhrîcana Zarokên Sûrê bi bername û çalakiyên cûr bi cûr bi dawî bû. Di mîhrîcanê de zarokan hestên xwe parvekirin û bi kêyfxweşî tevlî mîhrîcanê bûn. Yeter Eren Tuma, Rezan Kaya, Zeycan Ataş, diyar kirin ku wekî zarokan ev jî pir kêyfxweş bûnê û daxwaza domandina çalakiyên bi vî rengî kirin.    Mîhrîcana Zarokên Sûrê a ku bi hevkariya 17 saziyan hatibû li darxistin di 7’ê û 11'ê hezîranê de pêk hat. Mîhrîcan bi awayeki girseyî hat pêşwazîkirin. Ji bo zarokên Surê yên ku di nav pevçûnan de mexdûr bibûn, mîhrîcan girîng bû. Hevseroka Komeleya Hêviyên Reng û Reng a Zarokan Yeter Eren Tuma û Endamên Şanoya Bajêr Rezan Kaya û Zeycan Ateş der barê mîhrîcana zarokan de nêrînên xwe anîn ziman.    'Zarokan hestên xwe pave kirin'   Yeter Eren Tuma di axftina xwe de bal kişand ser organîzekirina mîhrîcanê û wiha got: "Mîhrîcan ji aliye Komeleya Berî Her Tiştî Zarok ve hat plankirin. Em ji bûn pêkhateyekê wê mîhrîcanê. Em bi vê tiştî gelek şad bûn. Zarok kom bûn û bi hev re lîstîn û hestên xwe parve kirin. Pergala heyî her tim êrîşê ziman dike û herî zêde jî zarok dibin hedefa wan êrîşên pergalê. Ya girîng jî li dijî êrîşên bişaftinê me xebateke bi zimanê xwe pêk anî. Ev tişt ji bo zarokan û xwedîderketina li çanda xwe gaveke girîng bû. Di nava çend rojan de zarok bi coşeke mezin tevlî mîhrîcanê bûn. Zarokan hemû çalakî bi çavên tijî meraq şopandin. Wateya peyva hemû bi hevrebûnê di vê mîhrîcanê de derket holê. Vê bi hev re bûnê me bi hêztir kir. Em bi hêvî ne ku çalakiyên bi vî rengî bêtir pêk werin.”   ‘Em deyndarên zarokên Sûrê ne'    Rêzan Kaya destnîşan kir ku kêyfxweşiya zarokan bû kêyfxweşiya hemû kesan û wiha dirêjî da axaftina xwe: " Zarokan di mîhrîcanê de gelek berhmên derxistin holê. Zarok bi zimanê xwe şa bûn û çanda xwe bêhtir nas kirin. Em pir kêyfxweş bûn ku tevlîbûneke bi vî rengî pêk hat. Em her tim deyndarên zarokên Sûrê ne. Ji ber ku zarokên Sûrê ji temenê xwe zêdetir êş kişandine. Bi taybetî ji ew çalakiyên bi vî rengî heq dikin."   Rêzanê diyar kir ku lîstîkên hatin pêşandan bala zarokan kêşand û wiha axivî: "Me di lîstikan de girîngî da ziman û çand ê. Me bi zaravayên dimilkî û kurmancî şano li dar xist. Her wiha tişta herî balkêş jî dema ku zimanê dayikê nabe zimanê fermî, zarok dikevin nava şik û gumanê, ka çima zimanê wan ne fermiye û bi wê re ji bi zimanên biyanî xeber didin. Me ji xwest li dijî vê yekê bi wan re bibin alîkar. Xalek din ya girîng ew bû ku zarok bi axê re hatin gel hev. Zarokên vê demê bêtir bi amûrên teknolojiyê re mijûl dibin û nizanin li derve bilîzin."   'Mîhrîcaneke bi wate bû'   Zeycan Ateş wekî Yeter û Rêzanê bal kişand ser girîngiya mîhrîcanê û diyar kir ku gelek atolyeyên cûr bi cûr hatin li darxistin. Zeycan, wiha got: "Atolyeyên cûr bi cûr hatin lidarxistin. Hunera ku vegarandina tiştên nayên bikaranîn berhemên cudatir derxistin. 2 şanoyên bi zimanê kurdî hatin pêşkeşkirin. Her wiha muzîk, şano, pandomîn, nasandina xwezayê jî di bernameya mîhrîcanê de cih girt. Bi taybetî ji bo me tişta herî girîng ev bû ku me ji bo zarokên li vir dijîn re mîhrîcanek pêk anî. Zarokên li vir dijîn mexdûrê şer in û her wiha bi êrîşên asîmîlasyonê re rû bi rû mane. Ev mîhrîcan ji ber vê yekê ji bo me gelek bi wate bû. Ev bi awayeke serkeftî pêk hat. Her atolyeyek li gorî jimareke diyar hatibûn amedekarin, lê bi awayeki girseyî tevlîbûn çêbû. Em hêvîdarin ku wê ji bo zarokan her tim ev çalakiyên wisa  berdewam bikin."