Amedekariya 6'emîn Mîhrîcana Jinan a Sakîne Cansiz didomin 2019-06-10 09:23:45   NAVENDA NÛÇEYAN - 6'emîn Mîhrîcana Jinan a Sakîne Cansiz bi dirûşma "Jin rê li ber azadiyê vedikin" li Swîsreyê tê li darxistin. Her wiha jinên kurd ji bo greva jinan a li Swîsreyê jî xwe amade dikin.    6'emîn Mîhrîcana Jinan a Sakîne Cansiz dê di 16'ê hezîranê de li bajarê Zuricha Swîsreyê bê li darxistin. Mîhrîcana bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê, bi dirûşma "Jin rê li ber azadiyê vedikin" pêk tê. Gelek rêxistinên jinan ên Tirkiyeyê û her wiha kurdên ku koçberê Swîsreyî bûn dê tevlî amadekariyê dibin.   Ji ber ku di 14'ê hezîranê de li Swîsreyê Greva Jinan a Neteweyî pêk bê, mîhrîcana îsal li gorî salên derbasbûyî girîngtir tê dîtin. Yek ji armancên bingehîn ên amadekarên mîhrîcanê ew e ku berxwedana bi rengê jinê ya li cîhanê bi taybetî ya li Swîsreyê di mîhrîcanê de nîşan bidin.   Projeya JINWAR dê bê nasandin   Mîhrîcan dê 16'ê hezîranê di saet 11.00'an de li Kasernenareal a Zurichê dest pê bike. Bernameya mîhrîcanê hat amadekirin. Di serî de mijara jineolojiyê wê der barê gelek mijarên jinan de panel û semîner pêk bên, her wiha çalakiyên çandî û hunerî jî bên li darxistin. Li binê konê otantîk ê Kurdan wê hem çanda Kurd bê nasandin, hem jî dengbêj dê bistirên. Yek ji bernameyên girîng ên mîhrîcanê jî ji bo zarokan e. Wekî din wê projeya JINWAR a li Rojava ava bûye di mîhrîcanê de bê nasandin. Hunermend Pinar Aydinlar, Nûarîn, Zhala Shar, Kimbo Sasa wê derkevin pêşberî beşdaran, komên govendê û dansê yên ji çandên cuda jî wê hunera xwe pêşkêş bikin.   'Ji bo greva mezin a Swîsreyê jî amade ne'   Ji Nûnerên Tevgera Jinên Kurd Medya Botan li ser wate û girîngiya mîhrîcana îsal axivî û wiha got: "Festîvala Sakîne Cansiz di heman demê de qadeke hevparbûna ked, têkoşîn û berxwedana jinê ye. Em jinên Kurd amadekariya greva Swîsreyê dikin. Gelek saziyên jinan ên di nava amadekariya vê grevê de ne, di heman demê de di amadekariya Mîhrîcana Sakîne Cansiz de jî hene. Lewma em dikarin bêjin ku daxwaza hevpar a jinan hemûyan daxwazeke yekpare ye."