'Bi keda destan ancax çanda me her berdewam bike' 2019-06-10 09:04:14   MEXMÛR - Dayika bi navê Qumrî Tunç a ku bi keda destên xwe gore, lûfik, qazaxan çê dike dibêje:"Her karek zehmetiyek wê heye. Lê ya herî xweş keda bi desta ye."   Jinên Kurd ji dîrokê heta niha her dem bi keda destên xwe hewl dane ku di jiyanê de li ser piyan bisekinin û pêdiviya wan ji kesên din nemîne. Jinên ku her dem bi keda destên xwe li ser piya mane di dîrokê de cihekî taybet girtine. Yek ji jina Kurd a kedkar jina bi navê Qumrî Tunç a ji Gundê Mijinê yê Qilebana Şirnexê ye û di sala 1994'an de koçî Mexmûrê ya Bajarê Başûrê Kurdistanê bûye. Qumriyê bi keda destên xwe gore, lûfik, qazaxan çê dike û di heman demê de çanda xwe ya kevnar jî didomîne. Qumriyê derbarê keda destan de wiha got:"Heger em wekî jin li keda destên xwe xwedî derkevin dê çanda Kurdewarî jî tu carî winda nebe."   'Me cil û bergên xwe ji hiriya pez çedikir'   Qumriyê di derbarê jiyana ku li gund derbas kirine de wiha got:"Di zemanê berê de me cil û bergên xwe ji hirya pez çedikir. Me hirya pez dianî dişuşt, diveçirand û me dikir dezî. Ew deziyê ku me vediçirand me dikir gore, qazax, parzûn, çente. Piştî ku em penaber bûne û heta niha êdî wekî berê hiriya pez nayê bikaranîn. Jiber êdî herkes dibêje dezî hem amede ye û hêsantir e. Her ku diçe çanda berê ber bi tunebûnê ve diçe."   'Bi keda destan ancax çanda me her berdewam bike'   Di derbarê çanda Kurdewarî de Quriyê wiha got:"Çanda Kurdewarî ya em ji dayik û kalên xwe hîn bûn gelek taybet û girîng e. Tiştên ku niha ez bi keda destên xwe çê dikim di heman demê de ji bo parastina çanda xwe ye. Bi keda destan ancax çanda me her berdewam bike. Her karek zehmetiyek wê heye. Lê ya herî xweş keda bi desta ye. Heger em wekî jin li keda destên xwe xwedî derkevin dê çanda Kurdewarî jî tu carî winda nebe."