'Mîhrîcana Zarokên Sûrê' sibêhê dest pê dike 2019-06-06 16:18:13   AMED - Bi minasebeta Mihrîcana Zarokên Surê ku wê di nabera 7 û 11 hezîranê de bê lidarxistrin. Hevşaredara Surê Fîlîz Buluttekin diyar kir ku wê zarok bibin şopdarên Eyşê Şan, Ehmedê Xanî.   Bi minasebeta Mîhrîcana Zarokên Surê a ku wê sibe dest pê bike û heta 11'ê hezîranê bidome. Der barê mîhrîcanê de li Mala Çandê ya Laleşê daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî bi tevlî bûna parlamenterên  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê Semra Guzel, Remziye Tosun û Hevşaredara Surê Fîlîz Buluttekîn, Berpisyara Komeleya Zarokan Cevahîr Sadak Duzgun û endamên Çand û Hunerê ve hat dayîn.    Li ser navê komê Fîlîz daxuyanî xwend wiha got: "Di pêvajoya OHAL'ê zor û zahmetî gelek zêde bûn. Mexdurên van bûyeran jî wekî her demê zarok bûn. Ji ber vê ev mîhrîcan armancek wê ya bingehîn heye. Ji ber ku di vê mîhrîcanê de li ser dewlemendiyên ziman çand û erdnîgariyê tê rawestîn. Zarokên ku bi çand û zimanên xwe mezin nebin dişibin şitlên bê kok. Ji ber wê armanca me jî çandina wan kokan û belavkirina zimanê zikmakî ye. Ya herî girîng jî ew e ku em dixwazin bibin şopdarê riya Ehmedê Xanî, Eyşe Şan û El Cezre."   'Bernameyek kolektîf e'   Fîlîz, bal kişand ser zimanê mîhrîcanê û wiha axivî: "Me di vê mîhrîcanê de zaravayên kurdî;  kurmancî, zazakî û zimanên tirkî, erebî aniye ba hev. Li gel wê bi 10'an mamoste wê li atolyeyên hunere, bi zarokan re eleqeder bibin. Em ê zarokan bi gelek cure şahiyan re bînin ba hev. Bi pêşketina teknolojiyê re zarok ji xwezayê dur ketine û ketine dafikên teknolojiyê. Ya herî girîng bi mîrîcanê re zarok wê cihana ji derve, cihana hunerî nas bikin."   Fîlîz, di daxuyaniyê de bal kişand saziyên ku piştgirî dane mîhrîcanê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Mîhrîcana Zarokên Surê a ku yekem cara yekem ji aliyê Komeleya Zarokan ve hatiye kordîne kirin bernameyek kolektif e. Şaraderiya mezin a Amedê, Şaredariya Surê, Odeya Bazirganiyê ya  Amedê, Ma Music Senter, Şanoya Bajêr a Amedê, Zarok TV, Komeleya Hêviyên Reng bi Reng, Komeleya qada Ciwanan a Lotosê, Mîna Zarok Komeleya Xebatên Zarokan, Komeleya Ekolojiyê, DSM,MED DER, Mala Çandê Laleş, Çand Amîdart-Cıvata hünerÊ, ZimZim û Komeleya Akedemiya Sînamayê ya Rojhelata Navîn tevlî bûne."   Mîhrîcan wê di 7’ê hezîranê de li ber Birca Ben û Senê bi bernameya şaredariya Surê dest pê bike.   Piştî xwendina daxuyaniyê parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel û Remziye Tosun jî di nav de li gel erbaneyê li kolanên Sûrê  belavokên vedixwînin mîhrîcanê hatin belavkirin.