Rojên Çanda Kurd a Nurnbergê dest pê kir 2019-05-30 15:02:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojên Çanda Kurd a Nurnbergê, bi konseran destpê kir. Di Rojên Çandê de çalakvanên greva birçîbûnê û rojiya mirinê hatin silavkirin.    Rojên Çanda Kurd ku bi pêşengiya Mala Gel a Medyayê wekî kevneşopiyek her sal li bajarê Nurnbergê yê Elmanyayê pêk tê, îsal a 10'ê bi kêf û xweşî dest pê kir. Di destpêkê de Konê Reş hat vedan ku çand û dîroka Kurd lê tê nasandin. Li pêşiya Konê Reş Koma Govendê ya Zarokan a Astera, Koma Govendê ya Ciwanan û Koma Govendê ya Jinan govenda gelek herêmên Kurdistanê gerandin.   Piştre bi sedan Kurdistanî tevî siyasetmedarên Elman li salona Çandê ya Villa Leonê li hev civiyan. Bi navê Mala Gel a Medyayê Asya Karataş axivî. Asya diyar kir, ew Rojên Çandê diyarî Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê dikin û wiha got: "Berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir, li çar parçeyên Kurdistanê bi berxwedana dayikan û ya berxwedêrên zindanan bi ruhê fedayî bi ser ket. Em şehîdên xwe û berxwedêran hemûyan bi rêzdarî silav dikin û Rojên Çandê diyarî berxwedêrên greva birçîbûnê dikin."   Piştre hunermenda Fransayî Eleonore Fourniau ku gelek stranên Kurdî distirê derkete ser dikê û bi zaravayên Kurmancî, Kirmançkî û Soranî stran got. Suleyman Çarnewa jî konserek da. 10'emîn Rojên Çanda Kurd a Nurnbergê wê çar rojan bidome.