Wênesaz Şêrîn êş û xemên xwe bi wêneyan tîne ziman 2019-05-29 09:02:47   HESEKÊ - Wênesaz Şêrîn Xelef ya ku ji zaroktiya xwe ji wênesaziyê hez dikir hemû êş û xemên xwe ji pênûs û lênûsa xwe re parve dikir.    Wênesaz Şêrîn Xelef ya ku ji zaroktiya xwe de dest bi çêkirina wêneyan kiribû ji ber ku dayika wê tune bû hemû hestên xwe bi rêya wêneyan derxist holê. Şêrîn dema ku xemgîn dibû hemû xemgîniya xwe di wêneyan de tîne ziman û naxwaze êşa xwe ji kesî re vebêje.   Wênesaz Şêrîn, di derbarê jiyana xwe de kêm axivî û wiha got: “Dema ku min dibistanên rêjîmê dixwend ez di pola 7’an de bûm. Di wê demê de Basil kurê Serokê Sûriyê Hafiz El-Esed jiyana xwe ji dest dabû, mamosteyên dibistanê ji me xwestin ku wêneyê Basil çêkin. Dema ku min wêneyê wê çêkir û hinek xemiland. Kesên ku wêneyên min dîtin û her wiha dema momosteya min wêne dît matmayî man û min bawernekirin."   'Êşa dilê xwe tînim ziman'   Şêrîn, piştre dest bi wêne çêkirinê kir û wiha qala serpêhatiyên xwe kir: "Ji wê demê de min lênûsek ji xwe re anî û min wêneyên xwe li ser çêkir. Ji ber wêneyên min hemû bi êş bû min tu carî nedihişt kesek lênûsa min bibîne. Ji ber ku êş di hundirê dilê min de bû, min ev êş bi çêkirina wêneyan derdixist holê. Yê ku herî zêde eş dikişinê jin in, ji ber vê jî wêneyên min li ser jinê ye û min qet rengê mêr xeznekiriye."   Tenê lênûsa Şêrîn hevala wê bû   Şêrîn anî ziman ku ji zaroktiya xwe ji heskirina dayikê dûr bû û wiha hest û ramanên xwe anî ziman: "Ez ji heskirina dayikê dûrim ji ber ku dayika min çû ser dilovaniya xwe. Destpêka çêkirina wêneya min hembêzkirina dayikê ya zaroka xwe ye. Min hebezkarina dayika xwe nedîtin. Wêneyek din jî ser jina ku li ber bayê xeribiyê sekiniye, bayê ku porê dixist û wekî ku êşa dilê wê dibir. Weneyek din jî ser keça ku di nîvê şevê di hembeza dayika xwe de ye. hwd. Gelek wêneyên min li ser hestên ku ez dijîm e."   ‘Şêrînê dûrî wênesaziyê ket piştî 15 salan li pêşeya xwe vegeriya’   Wênesaz Şêrîn di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ev 15 sal in ji dev çêkirina wêneyan berdaye ji ber ku êşa bê dayik dîti bû dema zarokên wê çêbû jiyana xwe bi tevahî ji bo zarokên xwe veqetand û wiha got: "Ez bi zarokên xwe mijûl dibûn. Lê niha dîsa dest bi çêkirina wêneyan dikim. Dîsa mijara wêneyên min dibin jin, şev, esîman û hwd. Her jinek êşek wê heye."