Pirtûka ‘Li Girtîgehan Azadiya fikr û ramanê’ 2019-05-23 09:18:53   Safiye Alagaş   STENBO - CÎSST’ê, binpêkirinên mafan yên li girtîgehan di navbera salên 2017-2018’an de pêk hatine kir rapor û bi navê ‘Li Girtîgehan Azadiya Fikr û Ramanê’ kir pirtûk. Di pirtûkê de der barê azadiya fikr û ramanê de çi pirsgirêk tên jiyîn û pêşniyarên çareseriyê çine cih digirin.   Komelaya Saziya Civakî ya Pergala Înfaza Cezayê (CÎSST) binpêkirinên mafan yên di navbera 2017-2018’an de hatine jiyîn kir pirtûk. Pirtûk ji aliyê Hîlal Başar Demîrbaş û Berîvan Korkut ve hat amadekirin û bi navê ‘Li Girtîgehan Azadiya Fikr û Ramanê’ bi Tirkî û Îngîlîzî hat weşandin. CÎSST, ev binpêkirinên mafan bi hevkariya name, malbat û parêzeran şopandin.    Hîlal Başak Demîrbaş da zanîn yek ji binpêkirinên mafan ya herî zêde tê jiyîn binpêkirina mafê azadiya fikr û ramanê ye û got ji ber pisgirêkên ku girtî dijîn, serî li xebatek wisa ne.   ‘Me rapor dan meclîsê’   Hîlalê destnîşan kir ku nameyên ji girtîgehan re tên şandin tên desteserkirin û ji ber vê gazin jî bi hevkariya malbat û parêzeran pêk hatiye û wiha got: “Me bi hevkariya malbat û parêzeran nêrîna girtiyan hîn hîn kir. Me komxebatek pêk anî. Me nîqaş meşandin. Piştre me ji saziyên cuda re pêşniyar kir û me belgeyek polîtîkayê ava kir. Me ev da parlementeran û pêşkêşî meclîsê kir.”   ‘Pêkanînan piştî OHAL’ê berdewam kir’   Berîvan Korkut jî diyar kir ku azadiya fikr û ramanê têgehek gelek berfirehe û bi lêv kir ku binpêkirinên di dema OHAL’ê de berdewam kirine, piştî OHAL’ê jî berdewam kiriye.  Di pirtûkê de pirsgirêkên li girtîgehan tên jiyîn wiha hatine rêzkirin;   *Li koxuşan hejmara pirtûkan bi 5-7 heban hatiye sînorkirin.   *Pirtûkên ji bo girtiyan tên şandin nayên dayîn.   *Pirtûkan bi hevkariya kantîna derve, bi pere dixwazi bidin girtiyan.   *Gelek pirtûk tevî ku biryara wan ya qedexeyê û berhevkirinê tune jî nayên dayîn.   *Rojname û kovarên ku biryara wan ya komkirinê tune şûnde tên vegerandin.   *Kanalên televîzyonê tên sînorkirin.   *Di radyoyê de ji bilî banda FM’ê bantên din qedexe ne.   *Nameyên girtiyan û yên ji wan re tên şandin, tên desteserkirin.   *Cezayên dîsîplînê jî bi awayekî cidî zêde dibin.   *Di telefonê de tekmîl pêk tê.   *Girtiyan sewqî girtîgehên ji malbatê dûr û ev jî li pêş hevdîtinên malbatan dibin asteng.   *Mafê sohbetê yên girtiyên di koxuşên cuda de tên rakirin.   *Mafê sohbetê bi koxuşa dimîne tê sînorkirin.   *Girtiyan dernaxin bernameyên sportîk an jî tê sînorkirin.   *Girtiyan dernaxin atolyeyan an jî tê sînorkirin.   * Atolyeyên tê xwestin nayên vekirin.   Pêşniyarên çareseriyê wiha rêz kirin;   *Ji bilî rewşên îstîsna divê pirtûk bên dayîn.   *Divê ev astengî li her girtîgehê cuda pêk neyê û di van mijaran de tedbîr bên girtin.   *Divê çarçoveya sînokririnan diyar be, raye li alî maf û azadiyan be.    *Divê di radyoyan de bantên ji derveyê FM jî bên guhdarkirin.   *Divê hemû kanal ku ji biryara wan ya girtinê ya RTUK’ê daye tune, bên temaşekirin.   *Divê girtiyên biyanî xwe bigihînin weşanên bi zimanê xwe û ev bi qanûnê bikeve bin ewlehiyê   *Divê hejmara pirtûkan neyê sînorkirin   *Divê pirtûkên bi postayê an jî ji aliyê malbatan ve tên şandin bên girtin û bigihînin girtiyan.   *Divê pêkanîna bi pere girtina pirtûkan bi riya kantîna derve bê rakirin.   * Divê li dijî cezayên dîsîplînê yên der barê ragîhandinê de tedbîr bên girtin.   *Divê pêkanîna tekmîl a di telefonê de ji rêziknameyê bê derxistin.   *Divê girtiyan bişînin girtîgehên nêzî malbatên wan.   *Malbatên ji cihên dur diçin hevdîtinan divê saeta hevdîtina wan bê zêkirin.   *Divê pêkanîna desteserkirina nameyên girtiyan bê rakirin.   *Personelên di komîsyona xwendina nameyan de cih digirin, divê di vê mijarê de xwedî agahiyên têr bin.   *Divê name û daxwaznameyên girtiyan derbasî pergala hejmarê ya ewraqê bibe.   *Divê zemîna qanûnî ya ku girtî nameyên xwe bi zerfa girtî bişînin saziyên civaka sivîl, bê avakirin.