Şopdarên Rojê xelata Şehîd Eylûl belav kir 2019-05-19 10:28:51   QAMIŞLO - Navenda Şopedarên Rojê ya Çandê xelatên pêşbirka Şehîd Eylûl a baştirîn wêne belav kir.   Navenda  Şopdarên Rojê ya Çandê di 1'ê Adarê de pêşbirka Şehîd Eylûl a baştirîn wênyan ku wê li dar bixin ragihandibû û di 1'ê Gulanê de girtina wêneyan ji kesên ku dixwestin beşdarî pêşbirkê bibin bi dawî bû. 22 rojnamevan û wênekêşên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi 24 wêneyan ji bo pêşbirkê hatin qebûl kirin. Pêşbirk li navenda  Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo bi tevlîbûna bi dehan rojnemevanan û wênekêşvanan hat lidarxisin.    Xelata şehîd Eylûl ji bo wêneyê herî baş li kesên ku hêjayî xelatê hatin dîtin, hat belavkirin. Xelata yekemîn  wênekêşvan Ebdulîlah girt. Xelata duyemîn rojnamevan Beraa Mustefa girt. Xelata sêyem jî Nûçegihan Basil Reşîd girt.